09:44 06/10/2016 |
|
Qeyûmê ku teyînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin Navenda Şewirmeniya Jinê û Navenda Çand û Hunerê girt, deriyê mizgefta di bin avahiya şaredariyê de jî kilît kir.
|
09:32 06/10/2016 |
|
Nûçegihanê me Erdem Muhîrcî yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nivîsand. Rojnameyan nadin girtiyan, bijîşkek li hezar û 600 girtiyan dinêre, li odeyên 10 kesan de 20 kes dimînin, name tên desteserkirin.
|
09:31 06/10/2016 |
|
Guhdarê Ozgur Radyo Alî Sonmez Kayar ê ku di îşkenceya polîsan de birîndar bû diyar kir ku di bin çavan de polîsekî jê re gotina "DAIŞ can e ya li mayê heyecan e" bi kar aniye.
|
09:27 06/10/2016 |
|
Ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstakan bibin li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de birîndar bûn û malbatên wan pira biratiyê ku wê rojê hat astengkirin di 15'ê cotmehê de biçin Şirnexê û li wir daynin.
|
09:25 06/10/2016 |
|
Hevsera Murat Dag ê di dema serhildana Kobanê de ji aliyê polîsan ve li Amedê hat qetilkirin, Kubra Başaran diyar kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsîn jî nehatiye vekirin û ji bo 2 zarokên xwe yên bavê xwe nedîtine edaletê dixwaze.
|
09:21 06/10/2016 |
|
Ji 57 kesên di teqîna li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, 38 jê zarok in. Peywirdarê maseya krîzê Osman Akdogan diyar kir ku, temenê zarokên hatin qetilkirin di navbera 3-17’an de diguhere û got, komkujî tam komkujiyeke zarokan bû.
|
09:20 06/10/2016 |
|
Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca got, ew ê derhuqûqiya ku radyo û TV’yên pê hatin girtin, zext û zorên li ser çapemeniyê rapor bikin û ragihand ku, di vî warî de li Ewropayê hewldanên wan hene.
|
09:18 06/10/2016 |
|
Parêzer Seda Tanrikûlû li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi girtiyên siyasî yên ku dema rastî îşkenceyê hatin û wan dibirin nexweşxaneyê kirin qîrîn û gotin, “ji her kesî re bibijin, îşkenceyê li me dikin” re hevdîtin pêk anî û behsa pêkûtiyên xedar ên li girtîgehê kir.
|
09:17 06/10/2016 |
|
Qeyûmê Şaredariya Sûrê, pênc şanogerên di bin banê xebatên çandî yên şaredariyê de dixebitîn, ji hêla qeyûm ve cihên wan hat guhertin û wan da beşa zabiteyan.
|
09:16 06/10/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ê ji ber xebatên partiya xwe û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin, dê sibê di yekemîn danişîna xwe de derkeve pêşberî dadwer.
|
09:13 06/10/2016 |
|
Li Rihayê, formên ku pirsên nepeniya jiyana taybet bin pê dikin jî tê de cih digirin, li mamosteyan hatin belavkirin.
|
09:12 06/10/2016 |
|
Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr, bertek nîşanî qutkirina weşanên radyo tv'yan da û got: "Çapemeniya muxalif heta niha her dem li dijî êrîşan di ber xwe da. Em dê ji niha û şûnde hemû rojnamegerên muxalif bibin yek û li dora çalakiyên hevpar bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin.
|
09:06 06/10/2016 |
|
Li Edeneyê di mehekê de 8 jê zarok 15 kes rastî cezayê "Girtîgeha malê" hatin. Xwendekarê Zanîngehê Kamuran Kilgi ku rastî cezayê "Hepsa Malê" hat bertek nîşanî ceza da û got: "Tenê deriyê hesin û şîş ji vê girtîgehê ne kêm in. Mal li min kirine zindan."
|
22:28 05/10/2016 |
|
Li Rihayê Halîl Îbrahîm Eker ê ku ji girtîgehê bi destûr derket, hevjîna xwe Havva Teker qetil kir.
|
21:47 05/10/2016 |
|
Li Silopiyayê dengê çekan tê û her wiha li gel vê tevgera hewayî ya balafirên şerî jî pêk tê.
|
18:21 05/10/2016 |
|
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yüksekdag de biryara "Bi rêya SEGBİS'ê bi zorê bînin beşdarî îfadeyê bikin" da.
|
18:03 05/10/2016 |
|
14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê nivîskar û helbestvan Îlhan Samî Çomak ê 22 salin girtî tê darizandin de biryara "Cezayê muebet" da.
|
17:08 05/10/2016 |
|
Piştî darizandina 22 salan a girtî nivîskar Îlhan Çomak ji nûve rastî "Cezayê muebetê" hat.
|
17:04 05/10/2016 |
|
Xebatkarên Hayatin Sesi TV bertek nîşanî dewir kirinan amûrên wan ên ji bo TRT'ê dan û diyar kirin ku ev ne dewir kirine ev xesp kirine.
|
16:30 05/10/2016 |
|
Xebatkarên Ozgur Radyo, banga "Li dengê xwe xwedî derkevin kolanan terk nekin" kir û gotin "Em dê dîsa bên."
|