DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:08 05/10/2016
 
Li Mêrdînê ji ber 'medyaya civakî' girtin
Welatiyê bi navê Abdullah Înal ê ku beriya 7 rojan hatibû binçavkirin, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî wekî hincet hatin nîşandan û hat girtin.
16:08 05/10/2016
 
Dayikên Aştiyê: Tu nikarî rastiyan veşêrî
Dayikên Aştiyê yên li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 49'emîn hatin cem hev ji ber girtina radyo û televîzyonên muxalîf li dijî Serokomar Erdogan nerazîbûna xwe bi gotina "tu nikarî rastiyan ji kurd û elewiyan veşêrî" anîn ziman.
15:18 05/10/2016
 
Amûrên ÎMC, Hayatin Sesi û TV10 dewrî TRT'yê kirin
Duh di encama serdegirtinan de deriyê ÎMC TV, Hayatin Sesi û TV10 hatibûn mohr kirin û amûrên wan dewrî TRT'ê hatin kirin. Amûrên ku hatibûn destserkirin piştî hatin hejmartin dewrî TRT'ê hatin kirin.
14:58 05/10/2016
 
Çakir ev 8 rojin têkoşîna jiyanê dide
Ciwanê bi navê Iyeç Çakir ê 25 salî di şeva 25'ê Îlonê de ku li Payîzavayê wesayîta wî ji aliyê polîsan ve hat gulebaran kirin di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê girtin û jiyana wî di xeteriyê de ye.
14:47 05/10/2016
 
Li Qersê mirina leşker a biguman
Çawişê pispor ê bi navê Onur Tuncel ê ku li Qaxizmanê leşkerî dikir hat îdîakirin "bi qezayekê" jiyana xwe ji dest daye.
14:38 05/10/2016
 
Balefirên artêş tirk li Babê qetlîam pêk anî
- Balafirên Koalisyona Navneteweyî ku yên Tirkiyeyê jî di nav de hene li gundê Silsane yê Babê komkujî pêkanîn. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 18 sivîlan jiyana xwe ji destdan û bi dehan birîndar bûn.
14:38 05/10/2016
 
Ji boYildirim û Başlangiç qedexeya derketina derveyî welat
Rojnameger Ayşe Yildirim û Celal Başlangiç ên ku ji bo biçin Brukselê çûn Balafirgeha Ataturkê pasaporta wan hat desteserkirin û çûyîna wan a derveyî welat hat astengkirin.
14:29 05/10/2016
 
Kutuk 'pêwîst' dît ji peywir girt
Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hak kirin Alîkarê Şaredar Menmet Karakoç "pêwîst" dît ku ji peywira xwe bê girtin.
13:36 05/10/2016
 
Li gundan ji bo jinan perwerdehiya tandirûstiyê
Navenda Jinan a Jinwar ku di bin banê Şaredariya Çinarê de xebatên xwe dide meşandin li gundan perwerdehiya tendirûstiyê ya ji bo jinan dane destpêkirin didomîne.
13:24 05/10/2016
 
Şervanê YPS'ê Akman bi girseyî hat definkirin
Şervanê YPS'ê Vasfî Akman (Baz Mordem Koçer) ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li Deştadarê bi girseyî hat definkirin.
13:23 05/10/2016
 
Zarokîstan zarokan ji pişaftinê rizgar dike
Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ku bû du sal xebatên xwe dimeşîne rastî eleqeyeke mezin tê. Malbatên zarokên wan li Qreşê perwerdehiyê dibînin, derbarê pêşketina zarokan û Qreşê de nêrînên xwe anîn ziman.
13:16 05/10/2016
 
Çalakiya boykotê ya mamoste û karmendan didome
Boykota mamosta û karmendên bajarên Silêmanî, Helebce, Germiyan û herêma Raperîn berdewam dike.
13:05 05/10/2016
 
Ji Aydogan re hişyariya bi zorê anîna dadgehê
- Ji bo ku Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo îfadeyê hişyariya bi zorê îfade bide hat kirin.
12:55 05/10/2016
 
Cara duyemîn bi ser TV10'ê de girtin
Şevê din b ser avahiya qanala TV10'ê de girtin û rejiya wê mohr kirin. Polîsan serê sibê cara duyemîn bi ser qanalê de girtin û vê carê armanc dikin ku tevahiya avahiye muhir bikin û hemû alavan desteser bikim.
12:52 05/10/2016
 
Li Qaxizmanê 5 kes hatin girtin
Ji 11 kesên ku beriya 14 rojan li Qaxizmanê hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.
12:52 05/10/2016
 
Di 5'ê Cotmehê de mamoste li dijî derhuqûqiyan têdikoşin
Li Tirkiye û Kurdistanê di 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê de, ji dêvla pîrozkirinê, li dijî derhuqûqî û pêkûtiyan bi hefteyan e ku mamoste di çalakiyan de ne.
12:10 05/10/2016
 
Serokê AYM'ê OHAL parast
Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan di merasima sondê de OHAL parast û diyar kir ku OHAL ne bêhiqûqê ye.
12:01 05/10/2016
 
Hewanên ku ne teqiyane gefan li derdorê dixwe
Hewanên neteqiyayî yên ku li bejahiya gundê Papîsnîx ê Bedlîsê ji aliyê leşkeran ve hatine avêtin ligel welatiyan gilî kirine jî nayên îmha kirin.
11:49 05/10/2016
 
Li Wanê serdegitina malan: 10 kes hatin binçavkirin
Di serdegitinên malan ên li navenda Wanê û Qelqeliyê de Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Recep Canlanci jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
11:44 05/10/2016
 
Serî dan lê Kobanê nedan
Gelê Kurd di sala6,7 û 8 Cotmeha 2014'an ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bişkînin li Kurdistanê rabûn ser piyan û dîroka Rojhilata Navîn guhertin. Ligel êrîşên dewlet û Hîzbulkontrayê jî heta dengê Kobanê hat bihistîn gel ji kolanan veneqetiyan û ji sedhezaran kesan 50 kesan di raperînê de jiyana xwe ji dest dan.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN