16:42 29/9/2016 |
|
Xebatkarên Van Tv, girtina VanTv bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em dê heya dawî tekoşîna xwe bi domînin. Em dest ji karê
ragihandina rastiyan bernadin.
|
16:41 29/9/2016 |
|
Serokê Giştî yê Genel-Îş a DÎSK'ê Remzî Çalişkan li gel xebatkarên şaredariya Cizîrê civîn pek anî. Çalişkan di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûmên AKP'ê nas nekin û li hemberî qeyûman li şaredariyan de xebatên xwe berdewam bikin.
|
16:32 29/9/2016 |
|
Piştî reşkirina ekranên Denge TV jî karmendên maliyê ji bo mohrkirinê hatin TV’yê û ji bo mohrkirinê niha li hûndir lêkolînê pêk tînin.
|
16:29 29/9/2016 |
|
Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimînin ji aliyê gardiyanan ve bi gotina "Em ê we jî wekî Şirnexê bişewitînin" hatin tehdîdkirin.
|
16:15 29/9/2016 |
|
Ergun Baysal ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê kirin, meclîsa şaredariyê bê bandor hiştiye û biryaran bi tena serê xwe digire.
|
15:47 29/9/2016 |
|
Şaredarê CHP'î yê Seferihisarê Tunç Soyer, beşdarî çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman da û wiha got: "Esil niha li dijî darbeyê dem dema derketina ser tangan e."
|
15:19 29/9/2016 |
|
Li Payîzavayê guleya polîsan a ku li serê Îyeç Çakir ê di wesayîtê de bû ket nekarîn derxin.
|
15:08 29/9/2016 |
|
Radyo Dunya ku li Edeneyê bi kurdî, tirkî û erebî weşan dikir duh ji aliye RTUK'ê ve hat girtin. Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya Gumuş, bertek nîşanî biryara girtina radyo da û diyar kir ku ew dê bi sekna Gurbetelli Ersoz û biryara Apê Musa têkoşîna xwe berdewam bikin.
|
14:51 29/9/2016 |
|
Li Sêrtê ji 12 welatiyên di 3’yê îlonê de hatibûn binçavkirin ji wan 9 kes hatin girtin.
|
14:45 29/9/2016 |
|
Guhdarên Radyo Sesê ya li Mêrsinê weşanê dike li hemberî mohrkirina radyoyê nerazîbûn nîşan dan û bi gotina "Em li cem radyoya ku dengê me ye ne" xwedî li radyoya xwe derketin.
|
14:33 29/9/2016 |
|
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û heyeta pê re televîzyonên hatin girtin ziyaret kirin. Dîcle di serdanê de wiha got: “Em ê bi beşdariya hêza gel û demokrasiyê bi berxwedana demokratîk van êrîşên faşist bişikînin.”
|
14:03 29/9/2016 |
|
Kordînatora Weşana Giştî ya Zarok TV a ku di nav TV’iyên hatin girtin de cih digire Dîlek Demîral li dijî vê hiqûqiyê bertek nişanda û wiha got: “Tenê sûcê me ew e ku me fîlmên karton ên bi kurdî weşan dikir.”
|
14:01 29/9/2016 |
|
Gelê Dersimê bertek nîşani girtina qanalen TV10 û Jiyane dan û diyar kirin ku qanalên hatin girtin qutkirina dengê û qedexeya baweriya gelan e. Dêrsimiyan destnişan kirin ku girtina televîzyonan nîşaneya êrîşen din ên li dijî deng û baweriyan e.
|
13:49 29/9/2016 |
|
Mamosteyên Zanîngehên Dihok û Hewlêr, îro cardin mamosta û karmendên zanîngehên Herêma Kurdistanê daketin qadan û sîstema paşxistina mûçe şermezar kirin. Mamosteyan 20 roj dem dan hikûmetê û diyar kirin ku heke hikûmet bersivê nede dê çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
|
13:26 29/9/2016 |
|
Welatiyên ku dixwestin sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarankirin û di encamê de 4 kes 3 ji wan zarok birîndar bûn.
|
13:16 29/9/2016 |
|
Parêzerên ÎHD'ê ji bo agahiyê derbarê îsyana şevê din li Girtîgeha Şirnexê derketîde bigirin çûn girtîgehê. Li gorî hin agahiyên hatine bidestxistin îsyan di qawîşa zarokan de derketiye û zarokekî 17 salî yê navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da.
|
13:03 29/9/2016 |
|
Li riya Çelê û Colemêrgê ji 3 leşkerê ku di teqîna dema wesayîta leşkerî derbas dibû pêk hat de birîndar bûbû yekî jiyana xwe ji dest da.
|
12:59 29/9/2016 |
|
Doza xebatkarên Ozgur Gundemê yên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin taqolî 22'yê mijdarê bû.
|
12:38 29/9/2016 |
|
Platforma Piştevaniya Mexdurên OHAL’ê yên li dijî Darbeye, daxuyanî da çapemeniye û darizandina adîl xwestin.
|
12:29 29/9/2016 |
|
Li Colemêrgê gelek qad "herêmên ewlehiyê yên taybet" hatin îlankirin ji welatiyan re hate qedexekirin.
|