11:53 29/9/2016 |
|
Li Şaredariya Farqînê alên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn daliqandin, hatin rakirin.
|
11:53 29/9/2016 |
|
Piştî civîna MGK’e di çarçoveya xala 668’an a OHAL’ê de bi 20 televîzyonên ku piraniya wan kurdî weşanêdike hatin girtin. Endame RTUK’ê Ersîn Ongel bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev darbe ye.
|
11:18 29/9/2016 |
|
Atolyeya Jinê ya Hêvî ku di bin banê Şaredariya Êlihê de bi hezaran jin perwerde kir, kurs da ji aliyê qeyûm ve hat girtin.
|
11:00 29/9/2016 |
|
Li navçeya Nisêbînê xirakirina avahiyan a li taxe Kanîkayê ya qedexe gihîşt ber goristanê.
|
10:54 29/9/2016 |
|
Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez têkîldarî mohrkirina deriyê radyoyê nirxandina "ji rastiyan ditirsin. naxwazin bê weşandin" kir.
|
10:12 29/9/2016 |
|
Li Xarpêtê, Hevşaredarên Depê û xebatkar jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. Li Sêrtê jî 16 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.
|
09:53 29/9/2016 |
|
Li şerê bajaroka Xirvatê ya Geverê li gorî agahiyan 3 cerdevan hatine kuştin.
|
09:46 29/9/2016 |
|
Polîsan bi ser radyo dunya ya ku li Edeneyê weşanê dike de gintin.
|
09:14 29/9/2016 |
|
Ciwanên ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a piştî hevdîtina bi birayê xwe re da nirxandin diyar kirin ku divê rayedan peyamê baş binirxînin û wiha gotin: "Peyam wekî ku nêrdewana dikare bibe çareseriyê ye."
|
09:13 29/9/2016 |
|
Şerê li Kurdistanê û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan binpêkirinê mafan zêdetir bû û rewşe girtiyên nexweş jî her diçe girantir dibe.
|
09:10 29/9/2016 |
|
Lêkolînerên Rojhilata Navîn Bereket Kar diyar kir ku di tevgera dagirkirinê ya ku Tirkiye bi komên selefî yên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ve pêk tîne beriya operasyona Babê ku îhtimal heye bê kirin, hewl dide sînorê Efrînê dorpêç bike û anî ziman ku hesabên El Babê girêdayî pêşeroja Helebê ye.
|
09:10 29/9/2016 |
|
Bavê Mahsun Nas ê ku di qetlîama Dîlokê de birîndar bû û piştî dermankirina 35 rojan jiyana xwe ji dest da Naîm Nas diyar kir ku polîsên îfadeyên wî girtine jê re ev tişt gotine: “Li Dîlokê 18 bombeyên zindî hene û ji 200 kîloyî zêdetir teqmenî jî heye.”
|
09:07 29/9/2016 |
|
Li Menemenê şaredariya CHP’î ku wek projeya “anor” li taxa Asirlikê Golparkê vekirina wê pêkanî bi qefleyan derî da girtin û çûyîna parke ya welatiyên kurd a li taxa Asirlikê da astengkirin.
|
09:04 29/9/2016 |
|
Li navçeya Torbaliyê beriya 5 salan bi 3 keran çewlîka şîr hat avakirin. Li ser daxwaza zêde hejmara keran derxistin 40’î.
|
09:03 29/9/2016 |
|
Li Amedê di şûna mamosteyên ji kar hatin dûrxistin mamosteyek bi pere ku hat bicihkirin (!) ji navê xwendekarê bi navê Biryar hez nekir û navê Biryar guherand û navê hevalê xwe yê polîs ê bi navê Ramazan lê kir.
|
09:02 29/9/2016 |
|
Navçeya Nisêbînê çawa ku di salên 1990’an de yekem car pêşengî ji çalakiyên berxwedana gel re kir, piştî 25 salan dîsa li hember dewletê serî danenî û di pêvajoya berxwedana xwerêveberiya xweser de ji bajaran re pêşengî kir. Qedexeya ewil a di 1-6’ê cotmeha 2015’an de li Nisêbînê hat îlankirin salek li pey xwe hişt. Piştî vê qedexeya ewil her ku çû li Nisêbînê berxwedan mezin bû û bi berxwedana xwe di nav rûpelên dîrokê de cih girt.
|
08:41 29/9/2016 |
|
Radyo Ses a ku li Mêrsînê weşana herêmî dike hate mohrkirin.
|
22:54 28/9/2016 |
|
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber ku ev demeke dirêje bi malbat û parêzerên xwe re nikarin hevdîtinê bikin li girtîgehê şewat derxistin û îsyan pêkhat. Di şewatê de girtiyek jiyana xwe ji dest da.
|
21:15 28/9/2016 |
|
Di nav de ku televîzyonên kurmancî û dimilkî jî weşanê dikir hebûn 10 TV di çarçoveya KHK’ê de ji aliyê TURKSAT’ê ve ekrana wan hat reşkirin.
|
19:40 28/9/2016 |
|
Endama KJA’yê Sarya Olmez li Nisêbînê hat binçavkirin.
|