DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14:37 30/9/2016
 
Kurdî-Der a Mêrsînê rêveberiya nû diyar kir
Kurdî-Der a Mêrsînê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.
14:17 30/9/2016
 
Doza nûçegihana me Soydan hat taloqkirin
Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya operasyona Geverê ji raya giştî re ragihand dîsa nehat berdan û doz taloqî 23'yê mijdarê hat kirin.
14:09 30/9/2016
 
'Li dijî zilmê bêdeng nemînin nebin zalim'
Li Amedê di nimêja înê ya sivîl de peyama bi bêdengmayîna li dijî zilmê nebin zalim ahte dayîn.
13:44 30/9/2016
 
Gel dijberî teskereya leşkerî daket kolanê
Welatiyên li ser banga Navenda Giştî ya ÎHD'ê kom bûn, teskereya leşkerî ya Sûrî û Iraqê ku anîn rojeva meclîsê, protesto kirin.
13:37 30/9/2016
 
Karkerê şaredariyê hat binçavkirin
Xebatkarê Şaredariya Şirnexê Hasan Saltan dema ê ku li depoya avê dixebite dema diçû kar hat binçavkirin.
13:22 30/9/2016
 
Qeyûm midûriyeta şano û orkestrayê jî fesh kir
Qeyûmê ku tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin Şanoya Bajar a lîstikên kurdî tên pêşandan û Midûriyeta Orkestrayê fesh kir.
13:19 30/9/2016
 
Zarokên girtî li dijî zilmê serî rakirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 2 roj berê îsyan derket. Derket holê ku ji ber 2 zarok di yek hucreyê de hatine girtin çalakî pêk anîne. Wekila HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, bang li saziya CPT û hemû mafên mirovan kir û xwest têkildarî rewşa girtîgehan lêkolîn bê kirin.
13:11 30/9/2016
 
Gefa kuştinê li Hevşaredar Yilmaz xwarin
Xwediyê pirtûkxaneyê û Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ji bo di doza jinûve darizandinê ya pîrtûkxaneya Umutê de neaxive bi gefa kuştinê hat tehdîkirin. Yilmaz bertek nîşanî biryara jinûve darizandinê da û wiha got: “Nexwe biryara ewil de jî hiqûq tune bû. Dema hevkariya AKP û cemaatê bi dawî bû ev rewş derket holê. Divê hiqûqnas û raya giştî li hember vê dozê baldar bibin.”
13:01 30/9/2016
 
Li Dêrik û Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
Li Dêrîkê welatiyên bi navê Ridvan Deng û Delîl Basûta, li Cizîrê jî xebatkarê şaredariyê Sabrî Adanûr hatin binçavkirin.
12:08 30/9/2016
 
Doza nûçegîhana DÎHA Soydan dest pê kir
Doza nûçegîhana ajansa me DÎHA'yê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeyên xwe bi cezayê muebetê tê darizandin dest pê kir.
11:40 30/9/2016
 
Li Şirnexê çalakiyên hemwext
Li Şirnexê dijî leşker û cerdevanan çalakiyên hemwext pêk hatin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin gelek mirî û birîndar hene.
11:32 30/9/2016
 
Weşana înternetê ya ÎMC û Hayatin Sesî qut kirin
Weşana înternetê ya ÎMC TV û Hayatin Sesî hat qutkirin, malpera înternetê yên Ozgur Radyo û TV 10 jî sansur kirin.
11:22 30/9/2016
 
Cezayê dîsîplînê dan Sibel Çapraz
Rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplinê dan girtiya nexweş Sibel Çapraz ku ji bo mafê xwe biparêze ketiye greva birçîbûnê.
10:39 30/9/2016
 
Waliyê Rihayê hemû şaredariyên DBP'î yên Rihayê desteser kir
Li Rihayê piştî Şaredariya Pirsûsê hat desteserkirin, Waliyê Rihayê li gorî biryara KHK'êya OHAL'ê qeyûm tayînî şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê jî kir û şaredarî desteser kirin.
10:22 30/9/2016
 
ÎMC TV: dixwazin medya yek dengî ava bikin
Rêveberiya ÎMC TV ku der barê wê de biryara girtinê hat dayîn, diyar kir ku bi girtina radyo û tv yên muxalif ku navê ÎMC TV jî derbas dibe, dixwazin gerdûnek dijdemokratik û otoriter ava bikin û medyayek yek deng, yek reng û yek bawerî ava bikin.
10:02 30/9/2016
 
Tendurek bi saetan hat bombekirin
Herêmên Qula Mezin, Girêşehîd û Gola Pelexê yêh Tendurekê ji aliyê 3 helîkopteran ve bi saetan hat bombekirin.
09:59 30/9/2016
 
Bi biryara Walî li taxên kurd û elewiyan operasyon
Beriya hewldana darbeya 15'ê Îlonê taxên kurdên elewî yên Enqereyê bûn hedefa êrîşên nijadperestan. Li Taxa Tuzluçayirê şevê din dîsa bi biryara Walî operasyon hat lidarxistin.
09:48 30/9/2016
 
Hevşaredarê Hênê hat girtin
Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu û welatiyê bi navê Îsmaîl Yalimkaya yên 22 roj in di bin çavan de bûn hatin girtin.
09:47 30/9/2016
 
Nisêbînê li hemberî 'diwarê şermê' bi bertek in
Welatiyên Nisêbînê ku "diwarê şermê" yê di demên dawî de li sînor ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê çêkirin, çapemeniya hewzê jî pesnê wî didin qebûl nakin diyar kirin ku yên ku êrîş dikin ne Rojava û Tirkiye ye.
09:36 30/9/2016
 
Qeyûm Kreşa Alan Kurdî girt
Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Qelqeliyê hat kirin Kreşa Alan Kurdî girt.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN