DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

10:13 28/9/2016
 
Rojnameger Evran: Girêka Sûriyeyê dê li Helebê çareser bibe
Rojnameger Seyît Evran ê dagirkirina artêşa tirk û çeteyên girêdayî wî ya li Rojava û Sûriyeyê, îhtîmala operasyona li Bab û Reqayê ji bo hêzên li herêmê tê çi wateyî nirxand, wiha got: "Girêka Sûriyeyê dê li Helebê bê çareserkirin."
10:09 28/9/2016
 
Ji ber nivîsan gef li welatiyan xwarin
Hêzên dewletê li Sûrê ji ber nivîsên wek “PKK, APO, YPG û Asayîş” gef li welatiyên taxa Lalebey xwarin û van nîvîsan jêbirin û di şûna van nivîsan yên nijadperest nivîsandin.
09:52 28/9/2016
 
Li Mêrdînê kesek hat binçavkirin
Li Artûklûya Mêrdînê ciwanê bi navê Abdûllah Înal hat binçavkirin.
09:20 28/9/2016
 
Ji teknolojiyê dûr jî bin zarokatiyê li gor kêfa xwe dijîn
Ew li kîjan welat, metropol, bajar an jî gundan bijîn heman tiştan hîs dikin û daxwaza wan yek e. Ji bo zarokan warê ku lê dijîn ne ewqas girîng e.
09:16 28/9/2016
 
Behramoglu: Ji bo ji derketina tarîtiyê her tim ronahî heye
Nivîskar-helbestkar Ataol Behramoglu diyar kir ku di demên dawî de rewşenbîrên li welat bi gotina "çima di serê de ev heye" tên sûcdarkirin û nirxandina "Ji bo ji derketina vî pêvajoya tarî her tim ronahî heye. Pirsgikêk ew e ku ji bo wî têkoşîn bê kirin" kir.
09:14 28/9/2016
 
Boranxaneyên Amedê êdî neman!
Boranxane ango malên kewan ku wek çandek û kevneşopiya herêma Amedê tê nasîn, ji ber xemsariyê tune bûn. Di demên berê de hejmara boranxaneyên Amedê bi sedan dihatin binavkirin lê niha yek jî ji wan nemaye.
09:13 28/9/2016
 
Cenazeyê zarokê di komkujiya Dîlokê de mir winda ye
Emîne Ayhan a 2 cenazeyên zarokên xwe yên di Komkujiya Dîlokê de winda kir defin kir hêj cenazeyê kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû nedîtiye. Dayik Ayhan daxwaza dîtina cenazeyê kurê xwe kir.
09:12 28/9/2016
 
Cizîrî: Xirakirina Cizîrê ne hêsan e
Piştî qedexeya derketina derve ya 79 rojan gelê Cizîrê jiyana xwe ji nû ve ava dike û bajar hêdî, hêdî vedigere zindîbûna xwe ya berê.
09:11 28/9/2016
 
Kujerên Beratê biçûk hêj li derve ne
Kujerên Berat Guzel ê 12 salî ku dema berxwedana rêveberiya cewherî li Bismîlê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û tiştek nediyar danîbûn ber serê wî hêj li derve ye û nehat dîtin.
09:10 28/9/2016
 
Hezexiyên malên xwe ji nû ve çêdikin tên astengkirin
Li navçeya Hezexê welatiyên malên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin careke din ava dikin rastî astengiya dewletê tên.
09:09 28/9/2016
 
Bi TIR’an çek dişînîn DAIŞ’ê!
Hat îddiakirin ku piştgiriya lojîstîk a Tirkiye ji Gara Trenê El Raî, Qereqola Huduta Çiya û Deriyê Sînor a Oncupinarê dike diçe çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber ku hêzên taybet ên ABD’ê jî heya bajarê Marê çûn jî komên wir nav hev ketin.
09:08 28/9/2016
 
Rêbaza Ocalan îsrar dike aştî anî Kolombiyayê
Rêbaza “Çavê 3’emîn” ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de hat pêşniyarkirin, ji bo şerê di navbera Kolombiya û FARC’ê ku nêzîkê 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da çareserî û aştiyê anî. Ronakbîrên mînaka Kolombiyayê lêkolîn kirin, peymana hat morkirin jî ji bo Tirkiyeyê wek çirûskekî nirxandin û wiha axivîn: “Em jî dikarin vê pirsgirêka xwe bi vê rêbazê çareser bikin.”
09:07 28/9/2016
 
‘Dora gavavêtinê ya hikumetê ye’
Li Wanê nûnerên saziyên sivil ên civakî gotina “Heke dewlet amade be ev pirsgirêk di 6 mehan de dê biqede’ ya Rêberê PKK’ê Ocalan nirxandin û diyar kirin ku dora gavavêtinê ya hikumetê ye.
09:05 28/9/2016
 
Cerdevanan dêr û goristan talan kirin
Li navçeya Westanê Dêra Şarê û goristana ermenan ji aliyê cerdevanên zêran digerin hat talankirin.
09:03 28/9/2016
 
Ji namzetên mamostetiyê pirsa, ‘Hûn çawa operayona Firatê dinirxînin’
Li Erdîşê di mulakata girtina mamosteyan de pirsên balkêş ên wek “Hûn qet bi kesên xîanetê li welêt dikin re hevaltiyê bikin?, Operasyona Mertala Firatê çawa dinirxînin? û Pêvajoya 15 Tîrmehê ji bo we tê çi wate yê?” li namzetên mamosteyan kirin.
21:40 27/9/2016
 
Polîsan wesayîtek gulebaran kir
Li navçeya Payîzavayê polîsan wesayîtek da ber guleyan. Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Îyeç Çakir birîndar bû.
20:25 27/9/2016
 
Li Dêrsimê 31 herêm hatin qedexekirin
Walitiya Dêrsimê, 31 herêmên bajêr ji bo 6 mehan di bin navê “herêma ewlehiyê ya leşkerî” de qedexe kir.
17:24 27/9/2016
 
Leşkerên tirk 17 ereb qetilkirin
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê 2 kes qetil kirin û 4 jin jî birîndar kirin. Leşkerên tirk ji duh û heta îro 17 kes qetil kirin.
16:39 27/9/2016
 
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Li Şirnexê 14 herêm di navbera 27'ê îlon û 11'ê cotmehê de hatin qedexekirin.
16:22 27/9/2016
 
10 kes li Xinûsê hatin girtin
Li Xinûsê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN