DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:16 27/9/2016
 
Rojnameger Demîr: Pêvajoya çareseriyê hebûya ez nedihatim darizandin
Edîtora ETHA'yê Arzu Demir, ji ber pirtûka bi navê "Halê Çiyê yê Jinê" û "Halê Şoreşê yê Rojava" nivîsand, doz lê hat vekirin û li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derket pêşerî dadger. Demîr, anî ziman ku îro pêvajoya çareseriyê hebûya nedihat darizandin.
16:00 27/9/2016
 
Okatan ji bo Ozgur Gundemê îfade da
Koordînatora Ozgur Radyo Derya Okatan ku piştevanî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, li Edliyeya Stenbolê îfade da dozger.
16:00 27/9/2016
 
14 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
Li Cizîrê li gel Nûnerê ÎHD'ê ya Cizîrê Abdulkerîm Pûsat 14 kes hatin binçavkirin.
14:56 27/9/2016
 
Dewletê li Hezroyê xanî xera kir baraka şewitand
Hêzên dewletê li gundê Helhelê yê navçeya Hezroyê ewil mala Ugurlayan xera kirin û pişre baraka malbatê tevî avalên hundir dan ber agir û şewitandin.
14:19 27/9/2016
 
Li Şirnexê 5 kes hatin binçavkirin
Li bajaroka Dêrgula Şirnexê serê sibê di serdegirtina malan de 5 welatî hatin binçavkirin.
14:05 27/9/2016
 
Leşkeran li sînor du zarok qetilkirin
Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de, du zarok qetil kirin û dayik jî birîndar kirin.
13:43 27/9/2016
 
Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Li taxa Sixkê ya Wanê polîsan di ser malekê de girtin û 3 kes binçav kirin.
13:26 27/9/2016
 
13 gardiyan hatin binçavkirin
Li Amedê 13 gardiyanên li girtîgehan peywidar in hatin binçavkirin.
13:12 27/9/2016
 
Li Giyadînê kesek hat berdan
Li Giyadînê welatiyê bi navê Ferhat Demîr ê hatibû binçavkirin, hat berdan.
13:11 27/9/2016
 
Qeyumê kîlît li deriyê malên gel xist
Cîgirê Waliyê Êlihê Ertugrul Şeref Aksoy ku bi qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, kîlit li deriyê 4 malên gel ên di bin baneya Şaredariya Êlihe de xebatê dimeşandin xist.
12:52 27/9/2016
 
Li hemberî Ezez û Cerablusê Halebê dixwazin!
Koma RedHackê piştî maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak bi dest xistin, li ser hesabê xwe parve kir. Di maîlên ku nivîsên sosret cih digirin de, Tirkiye piştî Ezaz-Cerablus dagir kir, li hemberî wan bi hêzên navneteweyî re bazara Helebê dike.
12:35 27/9/2016
 
Li Amedê girtin li Wanê binçavkirin
Li navçeya Sûrê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev hatiye destpêkirin de ji 14 kesên ku beriya 21 rojan hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin. Li navçeya Ebexê jî Endamê Meclîsa Şaredariyê Habîb Topgaç hat binçavkirin.
12:26 27/9/2016
 
Kesekî din jî di lêpirsîna RedHackê de hat binçavkirin
Piştî ku hesabê mail û iCloud ê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê RedHackê ve hate desteserkirin di operasyonên hatin destpêkirin de hejmara kesênhatin binçavkirin bû 5.
12:20 27/9/2016
 
Hevdîtinên girtiyan hat sînorkirin
Giştînameya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve ji girtîgehan re hate şandin wikî hincet hat nîşandan û mafê hevdîtinê yê girtiyên siyasî hat sînorkirin.
11:37 27/9/2016
 
Ji bo rojnamegerên girtî kampanya
Platforma Rojnamegeriya Serbixwe (P24) ji bo rojnameger û nivîskarên girtî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Nivîskar, wêjevan, hunermed û akademîsyenên wekî Noam Chomsky, Costa Gavras, Judith Butler, Antonio Negri, Emma Thompson, John Berger û Orhan Pamuk jî piştgirî dan kampanyayê.
11:17 27/9/2016
 
Li Başûr mamoste daketin qadan
Mamosta û karmendên bajarê Helebce daketin qadan û ji bo daxwazkirina mafên xwe dest bi xwepêşandanê kirin.
10:59 27/9/2016
 
Alk. Doç. Ustundag: Di cîhanê de lêgerîna azadiyê mezin e
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag, bal kişand ser mutabakata Dolmabahçe û diyar kir ku di cîhanê de mînaka wekî vê mutabakatê tune ye. Ustundag, anî ziman ku di cîhanê de lêgerînek mezin a azadiyê heye û hêzên dixwazin vê azadiyê têxin bin kontrola xwe hene.
10:38 27/9/2016
 
Wêneyên nû yên hilweşandina Sûrê!
Navçeya Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve li her çavên hemû mirovahiyê bi mehan e tê xirakirin û hilweşandin. Wêneyên nû yên ku hatin kişandin asta xirakirina navçeyê radixe ber çavan.
09:55 27/9/2016
 
RedHack: Tu endamên me nehatine girtin
RedHack a ku daxuyand hesabên şexsî yê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ê zavayê Serokomar Tayyîp Erdogan e desteser kiriye ji hesabekî nû daxuyaniya "Di serî de ez MaNYaK 12 kadro û bi ekîba piştgiriyê dide ya ji bi dehan kesan pêk tê li ser peywira xwe ne. Tu endamên me nehatine girtin" da.
09:23 27/9/2016
 
Ciwanan tecrîd û qeyûm bi çalakiya deng şermezar kirin
Ciwanan li Edene û navçeya Tarsûyê ya Mêrsînê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û tayinkirina qeyûman bi çalakiya deng şermezar kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN