18:48 26/9/2016 |
|
Di 10'emîn Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnamegerên girtî li pêş Girtîgeha Bakirkoyê tê lidarxistin de peyama Nivîskar û Endama Lîjneya Şêwirê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat ragihandin. Alpay, di peyama xwe de xwest ji bo aştî û demokrasiyê destê xwe bidin hev.
|
17:40 26/9/2016 |
|
Li Şirnexê di navbera herêma Çelê Nimêja û Girê Mizgeftê li dijî noqteya leşkerî çalakî pêk hat li gor agahiyan herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
|
16:39 26/9/2016 |
|
Li Silopiya mamosteyê Egîtîm Senê Haşîm Kaplan bi hinceta tevlî grevê bûye hat girtin.
|
15:57 26/9/2016 |
|
Jinek ji Fasê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi darbeyên kêran kuştî hat dîtin.
|
15:40 26/9/2016 |
|
- Li Pirsûsa Rihayê girseya ku xwest li dijî qeyûman meşekê li dar bixe, rastî astengiya polîsan hatin.
|
15:16 26/9/2016 |
|
6 kesên dema ji bo şînê diçûn Golanê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
|
15:16 26/9/2016 |
|
Açlık grevinde olan hasta tutsak Ergin Aktaş ve Sibel Çapraz'ı ziyaret eden heyet yaptıkları açıklamada Türkiye cezaevlerinde hukukun uygulanmadığını ifade etti.
|
14:46 26/9/2016 |
|
Hevgerînendeyê Weşanê yê Giştî yê berê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol li Enqereyê îfade da.
|
14:35 26/9/2016 |
|
Sazumankarê JÎTEM'ê Velî Kuçuk ku di rûniştina doza Musa Anter û JİTEM'ê de hat guhdarkirin got: "Fermandariya Koma Îstîhbarata a Cendirmeyan û JÎTEM tev li hev tê kirin. Ez tiştekî wisa nizanim" û JÎTEM înkar kir.
|
14:19 26/9/2016 |
|
Nameyên nûçegîhanên me Ziya Ataman û Nedîm Turfent ên ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tên girtin, bi hinceta "Dokûmanên rêxistinî" û "Bifikare" ne tên desteserkirin.
|
14:15 26/9/2016 |
|
Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 6 girtiyên nexweş jî di nav de 25 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin.
|
14:11 26/9/2016 |
|
Hat hînbûn ku piştî hewledana darbeyê Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê Halît Açar ji xwe re du “Ewlekarê Taybet” ên ku xizmên wî ne ji bo parastina xwe girtiye kar û li gel xwe wezîfedar kiriye.
|
14:09 26/9/2016 |
|
Helbestkar Îlhan Çomak ê ku 22 sal e girtiye, dê di 28'ê îlonê de bo "danişîna biryarê" dubare derkeve pêşberî dadmend. Beriya danişîna biryarê 100 rewşenbîrî, bo Çomak banga edaletê kir.
|
13:28 26/9/2016 |
|
40 malbatên Sûrê yên tev li projeya Bostanê Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li tenişta Çemê Dîcle çandibûn bûne, fekîyên xwe yên dawî kom kirin.
|
13:27 26/9/2016 |
|
Piştî Şaredariya Sûrê, qeyûmê vê carê çaygerekî nû bo Şaredariya Farqînê jî wergirt kar.
|
12:57 26/9/2016 |
|
Li navçeya Silopiya welatiyê bi navê Botan Acar hat binçavkirin.
|
12:57 26/9/2016 |
|
Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger dest bi serdema perwerdehiyê ya sala nû kir. Di destpêka perwerdehiyê de kelecana xwendekaran serdest bû.
|
12:55 26/9/2016 |
|
Xebatkarên Şaredariya Dersimê li dijî tayînkirina qeyûman dest ji kar berdan.
|
12:29 26/9/2016 |
|
- Pîra 76 salî Saniye Ektî ku nan û av neda leşkeran û hat binçavkirin, piştî lêpirsînê serbest hat berdan.
|
11:52 26/9/2016 |
|
Li Mêrdînê jina 18 salî Ayşe Ayaz gerdana wê jêkirî hat dîtin. Derbarê qetilkirina Ayaz de 4 xizmên wê hatin binçavkirin.
|