13:06 12/10/2016 |
|
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê zarokê 13 salî yê di nava zeviyan de pez diçêran gule baran kirin.
|
13:04 12/10/2016 |
|
Rêveberiya Baroya Amedê ya nû, piştî hilbijartinê karê ewil çû ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî. Serokê Baroyê Ahmet Ozmen diyar kir ku ew dê doz û şopa Elçî bidomînin.
|
12:58 12/10/2016 |
|
Cenazeya Leyla Basut a li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin.
|
12:31 12/10/2016 |
|
Zarokê 10 salî Umut Ayvalik ê duh li Geverê di teqîna bermahiya polîsan de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
|
11:55 12/10/2016 |
|
Rexistina Efûya Navneteweyî ji bo Zeynep Sekanvand Lokran a bi hinceta hevserê xwe kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat banga çalakiyê hat kirin.
|
11:28 12/10/2016 |
|
Li gundê Bêdevê ya Şemzînanê derket holê ku hin leşkerên paye bilind bi amûrên metal îşkence û neheqî li welatiyan kirine.
|
10:45 12/10/2016 |
|
Cenazeyê Harun Aslan ê li hate îdiakirin HPG'î ye û ji bo teslîm nebe bombe li ser xwe teqandiye li Licê hat definkirin.
|
10:40 12/10/2016 |
|
Xwendekarê SDU'yê Kasim Karadag ê ku beriya 2 rojan hate binçavkirin bêyî parêzer bên agahdarkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
|
10:40 12/10/2016 |
|
Qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike. Duh piştî hevserokên HDP û HDP'ê yên Amedê hatin binçavkirin, îro jî polîsan li Wan, Colemêrg û navçeyên Amedê operasyona qirkirina siyasi berdewam kir. Polîsan li Colemêrg û Navçeya Bismilê ya Amedê hevserokên HDP û DBP'ê binçavkirin.
|
10:03 12/10/2016 |
|
Serokê AKP'ê yê navçeya Farqînê Nîmet Aksoy, di bin ewlehiya polîsan de digere.
|
10:03 12/10/2016 |
|
Li navenda Wanê û navçeyên wê, polîs û leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di operasyonên qirkirina siyasî de hevserokên HDP û DBP, gelek kes hatin bin çav kirin. Li avahiyan partiyan lêgerîn didomin.
|
09:58 12/10/2016 |
|
Li navçeya Erxeniyê hevserokên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin.
|
09:38 12/10/2016 |
|
Li 5 gundên girêdayî Tetwanê ne "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
|
09:24 12/10/2016 |
|
Parazvanên mafên mirovan pekata darazê ya nû ku îxtidara AKP'ê dixwaze rayeyên polîs û dozgeran berfireh bike nirxandin diyar kirin ku paketa ewlehiya hundir binpêkirinên mafan zêdetir dike.
|
09:24 12/10/2016 |
|
Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez bal kişand şerê li Kurdistanê û banga piştevanî dayîna welatiyên Şirnexê yên ku ji ber şer ji cih û warên xwe hatine derxistin kir. Bi hatina zivîstanê re Îrmez got ku li Şirnexê kon û bereqeyan bi hezaran welatî dijîn.
|
09:23 12/10/2016 |
|
Derhêner Ayşe Polat a ku bi belgefîlma bi navê "Yên Din" a ku qirkirina li dijî ermenan a beriya sed salan pêk hatiye vedibêje diyar kir ku qirkirin îro li dijî kurdên bajarên wan hatin xirakirin didome.
|
09:20 12/10/2016 |
|
Li Şirnex a ku beriye çend mehan daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" hat dayîn jî li aliyekî qedexe didome li aliyê din ji hilweşandin didome. Piştî pevçûnan ji bo avahî û kargehên ku xisar nedîtine jî vê carê wan bi maşîneyên kar ve zirarê didin.
|
09:18 12/10/2016 |
|
Malbatên girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê piştgîriya gireva birçîbûnê dikin û gotin: "Heke bivê em ê di malên xwe de dest bi greva birçîbûnê bikin."
|
09:18 12/10/2016 |
|
Hêzên dewletê rêyên diçin gundên girêdayî bajarê Colemêrgê 2 mehin bi hinceta ‘ewleyiyê’ li çûn û hatinê girtine û welatiyan mexdûr dikin.
|
09:17 12/10/2016 |
|
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê ya Dîlokê Abdûrrahman Kartal diyar kir ku, hesabê ku wan ji bo bexşê li Îş Bankasiyê vekiribû ji aliyê bankayê ve hatiye girtin û got, bi vî awayî xebatên wan tên astengkirin.
|