DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

10:39 11/10/2016
 
'Ew nivîskarê zimanê qedexekirî bû'
Birayê Mehmed Uzun ê bi gotina "Ez nivîskarê zimanê qedexekirî me" di jiyana xwe ya sirgûnê de gelek berhemên kurdî nivîsand, Mahmut Uzun qala birayê xwe kir û got ku wî hemû jiyana xwe diyarî gelê kurd û ziman kiriye.
10:26 11/10/2016
 
Makîneyên kar hêj molozan ji Sûrê dikişînin
Li navçeya Sûrê cihê dîrok, bîr û baweriyan hilweşandina avahiyan berdewam dike.
09:43 11/10/2016
 
Leşker û polîsan li Dêrsimê bi ser malan de girt
Yekîneyên polîs û leşkeran li Dersimê bi ser gelek malan de girt. Lêgerîna malan didome.
09:18 11/10/2016
 
Zarokên keç di bin xetereya şer û xizaniyê de ne
Ji bo ku pêşiya cudakariya li hemberî zarokên keç ji holê bê rakirin û ew ji mafên mirovan sûdê werbigirin 11 Cotmehê wekî "Roja Zarokên Keç ên Cihanê" hat îlankirin û yek ji sê welatên ku ji bo ev roj bê îlankirin ligel ku Tirkiye ye jî li vir hê jî zarokên keç di bin xetereya, şer, êrîşên zayendê, îstîsmar, zewaca di temenê biçûk û xizaniyê de ne.
09:14 11/10/2016
 
Hêj dest bi lêpirsîna komkujiya Dîlokê nehatiye kirin
Li ser komkujiya Dîlokê ku 34 jê zarok 57 kes hatin kuştin re 51 roj derbas bûn. Lê heta niha der barê komkujiyê de lêpirsîn nehatiye kirin û tu pêşketin tune ye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dilokê Ahmet Hartavî diyar kir ku bi fikarin ku aqûbeta vê komkujiyê bibe wekî aqûbeta komkujiya Pirsûsê.
09:12 11/10/2016
 
'Dara kurdan jî tehamul nakin'
Serokê Komeleya Muzîsyenên Îzmirê (İMD) Oktay Çaparoglu bi armanca piştevaniya gelê Nisêbînê, navçeya Nisêbîn ziyaret kir. Çaparoglu, piştî ziyaretê diyar kir ku dewlet dara kurdan jî tehamul nake, lê kurd her tiştê xwe bi gelên Tirkiye re parve dike.
09:10 11/10/2016
 
Nûçegîhanê me Dogru pirsgirêkên girtîgehê nivîsand
Nûçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Muhammed Dogru ku 6 meh in li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kocaelî girtî ye, diyar kir ku piştî darbeya 15'e Tîrmehê binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Dogru, anî ziman ku li odeyên 3 kesan 6 dijîn û nêvî li erdê radizên û mafê wan ê telefon, ziyaretan tê astengkirin.
09:09 11/10/2016
 
Kendavên bihuştê kirin kendavên dojehê
Kendav û cîvanekên bihuştî yên Derya Spî ku bi sedan cureyên nebat û gihayên endamîk lê hişîn dibin, qirin qurbana kanên mermerê. Kendav û çivanekên ku berê wekî "Kendavên Bihiştê" dihatin bi navkirin, niha rengê "Kendavê Dojehê" didin.
09:08 11/10/2016
 
Dadgehê ji bo parastina tecrîdê zagonên xwe nas nekir
2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê, daxwaza parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a rakirina tecrîdê û daxwaza sûdgirtina ziyaret, name, rojname û telefonan bi hinceta OHAL'ê red kir. Dadgehê ji bo parastina tecrîdê zagonên xwe binpê kir.
09:04 11/10/2016
 
Rojnamegerên çalakger: Em li dijî qutkirina deng derdikevin
Xebatkarên radyo û televîzyonên weşana wan hat qutkirin, di 10'ê Cotmehê de li dijî qutkirina waşanên radyo û televîzyonan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Rojnamegerên çalakger, diyar kirin ku ew li dijî kesên pîşeya wan dikin hedef di çalakiyê dene.
09:02 11/10/2016
 
'Em ê malan bikin dibistan'
Mamosteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Jana Çelik tekîldarî mohrkirina dibistanê bertek nîşan da û diyar kir ku ew mohra dewletê qebûl û nas nakin û dê malan bikin dibistan.
08:50 11/10/2016
 
Li Amedê operasyona qirkirina siyasî
- Li Amedê di encama serdegirtina malan de di nav de ku Hevserokên HDP’a Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek jî heye bi dehan kes hatin binçavkirin.
00:35 11/10/2016
 
Serokê AKP'i yê Pîranê hat kuştin
serokê Teşkilata AKP'ê yê Navçeya Pîranê ya Amedê Derya Aktert li Pîranê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
22:29 10/10/2016
 
'Me 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin'
Komkujiya 10'ê Cotmehê ku li GAR'a Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de 101 kes hatin qetilkirin li gelek bajaran bi girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de pankartên "Me ji bîr nekir em nadin ji bîr kirin" vekirin û bertekên xwe yên li dijî AKP'ê anîn ziman.
22:09 10/10/2016
 
Polîsan Hevşaredara Pirxûsê binçav kir
Hevşaredarê Pirxûsê ya Xelata Bedlisê Pervîn Karakoç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
21:37 10/10/2016
 
Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê hat girtin
Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê Turkan Poyraz ku li Sêwase hatibû binçavkirin bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat girtin.
20:34 10/10/2016
 
Cerdevanek li Elkê hat kuştin
Li Elkê cerdevanê bi navê Ahmet Adiyaman ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve hat kuştin.
17:37 10/10/2016
 
Tirkiye Santrala Nukleerê ya Akkuyu diyarî Rusya kir
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê projeya Santrala Nuklerê ya Akkuyu bi pirdengî erê kir.
17:06 10/10/2016
 
HPG: Me Aydin Mûştû yê AKP'î kuşt
Hêzên Parastina Gel (HPG), çalakiya kuştina rêveberê AKP’ê yê navçeya Qelqelî ya Wanê girt ser xwe.
17:05 10/10/2016
 
Dayîkên Aşîtî: Ev bêhiqûqî neyê pejirandin
Çalakiya rûniştinê ya xebatkarên Van TV û Dogu Radyo di roja 11'an de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê xebatkarên Van tv û Dogu Radyo kir û piştgirî da wan. Dayikan diyar kirin ku pêkanîna li dijî tv û radyoyan bêhiqûqî ye û nayê qebûlkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN