DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:35 11/10/2016
 
Li Girtîgeha Sêrtê binpêkirinên mafan
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin bi riya malbatên xwe zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin.
15:33 11/10/2016
 
Li Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Şirnex a ku bi mehan e qedexe ye bi dehan kes hatin binçavkirin.
15:26 11/10/2016
 
'Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan'
Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Încîlay Erdogan di civîna ÎHD'a Stenbolê de axivî û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Asli Erdogan û wiha got: "Divê Asli Erdogan û girtiyên nexweş serbest bên berdan."
15:15 11/10/2016
 
Jinek li Riha jinek jî li Wanê hatin qetilkirin
Li Rihayê jina ciwan a 18 salî ku nû zewicîbû hat qetilkirin. Li Wanê jî jina ciwan a 23 salî hat qetilkirin.
15:04 11/10/2016
 
Li Erdişê serdegirtinên malan
Li navçeya Erdîşê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
15:00 11/10/2016
 
Di qezaya li Cizîrê de kesek mir
- Di qezeya trafîkê ya li ser rêya di navbera Cizîr û Nisêbînê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da.
13:59 11/10/2016
 
ÎHD'ê li dijî nijadperestiyê gilî kir
Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê, têkildarî êrîş û nijadperetiya li dijî gelê Sûriyê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê li Dozgeriya Komarê ya Dîlokê gilî kir
13:59 11/10/2016
 
'Neviyê min bi derpkirinê hat qetilkirin'
Dapîra zarokê girtî yê bi navê Seyît Riza Şeran ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi zarokê girtî Cegerxwîn Akdenîz re jiyana xwe ji dest da Îslîm Şeran, da zanîn ku neviyê wê ne wekî ku tê gotin ji ber dûya şewatê ji ber hatiye derpkirin jiyana xwe ji dest daye.
13:15 11/10/2016
 
Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di 9'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
12:55 11/10/2016
 
Rojnameger Çelebî derket peşberî dadger
Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê û rojnameger Mehmet Ali Çelebî ji ber nivîsa xwe ya bi ser navê "Harita denemesi" îfade da dadgehê.
12:50 11/10/2016
 
Ji kesên hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtina bi parêzeran
Ji kesên ku serê sibehê li Amed û hnavçeyan hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtina bi parêzeran hat danîn.
12:44 11/10/2016
 
Çiyayê Cûdî tê bombebarakirin
Herêma Sefîne û Geliyê Hirçê ku dikevin Çiyayê Cûdî ji aliyê leşkerên tirk ve tê bombebarankirin.
12:23 11/10/2016
 
Hevserokên HDP û DBP’ê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin
Li navenda Amed û navçeyên wê di operasyona qirkirina siyasî de di nav de Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan jî hene zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin.
12:18 11/10/2016
 
Weşana Newroz Tv hat rawestandin
Şîrketa Eutelsatê piştî girtina Med Nûçe Tv biryara girtina Newroz TV da û weşana wê hat rawestandin.
12:18 11/10/2016
 
Xwendekarên dibistana wan hat girtin di çalakiyê de ne
Xwendekarên Dibistana Sertayî Ferzad Kemanger ku yekemîn dibistana bi zimanê dayîkê perwerdehiyê dide girtina dibistanê şermezar kirin û daxwaza mafê xwe yê perwerdehiyê kirin.
12:11 11/10/2016
 
Di serdegirtina polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Cizîrê serê sibê polîsan bi ser malekê de girt. Hat îdiakirin ku 2 kesên di malê de ji bo ku nekevin destê polîsan bombe bi ser xwe de teqandin û jiyana xwe ji dest dan.
11:41 11/10/2016
 
Qeyûm 4 xebatkar ji kar avêt
Qeyûmê Sûrê 4 xebatkarên ewlehiyê ji kar avêt.
11:29 11/10/2016
 
'Ji mirina Şaran û Akdenîz rêbeveriya girtîgehê berpirsyare'
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên girtin diyar kirin ku berpirsayên mirina zarokên girtî yên bi navê Seyît Riza Şaran û Cegerxwîn Akdenîz ên ku piştî îsyana di 28'ê Îlonê li girtîgehê derket de jiyana xwe ji dest dan rêveberiya girtîgehê ye.
10:49 11/10/2016
 
Li Silopiya 4 kes hatin girtin
Li Silopiya ji 9 welatiyên 6'ê cotmehê hatîn binçavkirin 4 kes hatin girtin.
10:46 11/10/2016
 
Rêveberên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin
Li Pirxûs, Elcewaz û Norşinê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Pîrxûsê Ahmet Demîr jî di nav de gelek rêveberên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN