DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

09:15 12/10/2016
 
Çalên şaredariyê lingê gel dişkîne
Koncalên nîvmetreyî yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li Qada Haşimiyeyê kolane gel mexdur dikin. Esnafên qadê diyar kirin ku gelek kes di van koncalan de wer dibin û birîndar dibin û ji ber şaredarî hawirdora wan nagire bertek nîşan dan.
09:11 12/10/2016
 
Malbat û xwendekarên Ferzad Kemanger: Ziman nayê mohrkirin
Malbat û xwendekarên Dibistana Ferdaz Kemanger bertek nîşanî mohrkirina Dibistana Ferzad Kemanger dan û diyar kirin ku ew çendî dibistanê mohr bikin jî dê nikaribin zimanê wan mohr bikin.
21:49 11/10/2016
 
Serokê Komeleya Cerdevanan rastî êrîşekê hat
Li navçeya Şemzînanê li dijî mala Serokê Komaleya Cerdevanan Feyzûllah Şen êrîşeke bombeyî pêk hat.
21:30 11/10/2016
 
Li Şirnexê tevgera helîkopteran
Li Şirnexê tevgera helîkopterên ya ku danê êvarî destpê kirî hîn jî didome.
20:58 11/10/2016
 
Kesên hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
Li navçeya Şemzînanê xizmên 23 kesên hatin binçavkirin û li fermandariya navçeyê de tên girtin diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin di bin îşkenceyê de ne.
20:58 11/10/2016
 
Yuksekdağ: Em qet û qet li dijî zaliman çong danînin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina fitarê ya Welatiyên Elewî ya Antalya de diyar kir ku geşedanên ku niha pêş dikevin dişibin geşedanên Kerbelayê, lê ew dê qet û qet li diji zilma zaliman serî netewîne.
20:44 11/10/2016
 
Ji Encu xwestin ku ji 4 dozan îfade bide
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ji 4 dozên cuda xwestin biçe îfadeyê bide.
19:55 11/10/2016
 
AKP'ê OHAL 3 mehên din dirêj kir
Îlana OHAL'ê ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, ji aliyê AKP û MHP'ê ve 3 mehên din hat dirêjkirin.
19:48 11/10/2016
 
Arslan û Ateş şandin warên wan
Kesên bi navê Harun Aslan û Mahide Ateş ên hat îdîakirin ku endamên HPG'ê ne û ji bo xwe nedin dest bombe bi xwe de teqandin jibo definkirinê şandin warên wan.
18:32 11/10/2016
 
Zarokê li Geverê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Geverê ji 3 zarokên birîndar bûn Umut Ayvalik ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.
17:52 11/10/2016
 
DBP û HDP'ê binçavkirin şermezar kir
Li navçeya Bismilêya Amedê rêxistinên DBP û HDP'ê binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kirin.
17:43 11/10/2016
 
Li Manîsayê kesek hat girtin
Welatiyê bi navê Îzzettîn Karaaslan ê ku beriya çend rojan li Manîsayê hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
17:37 11/10/2016
 
Girtiyên siyasî yên li Semsûrê di grevê de ne
Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Semsûrê ji ber binpêkirinên mafan ên piştî darbeyê dest bi greva birçîbûnê kirin banga hestyariyê li raya giştî kirin.
17:02 11/10/2016
 
Di qada lîstika zarokan de teqîn pêk hat
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li qada lîstika zarokan teqîn pêk hat. Hat zanîn ku di teqînê de zarok birîndar bûne.
16:29 11/10/2016
 
Guven: Dixwazin dîsa li operasyonên KCK'ê vegerin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bertek nîşanî girtin û binçavkirinên li Kurdistanê da û got: "Ev binçavkirin û girtinên dawî dîsa operasyonên KCK'ê yên 2009'an tînin bira me. Dixwazin dîsa li operasyonen 'KCK'ê vegerin."
16:22 11/10/2016
 
Tuncel: Berpirsên komkujiya Geverê walî û qaymaqam in
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, ji bo lêkolîna qetilkirina 4 kesan hat Geverê. Tuncel destnîşan kir ku bûyer ne di encama qezayekî de pêk hatiye raste rast bi organîze û gefeke li hember esnafê Geverê pêk hatiye û wiha axivî: “Berpirsên vê komkujiyê jî di serî de qaymaqam û waliyê bajêr piştre jî hikumeta bingeha van komkujiyan vedike ne.”
16:03 11/10/2016
 
Pêşrapora otopsiyê ya jahrkirina Beritan nedan
Xwendekara 6 salî Beritan Hacioglu ya li Dibistana Seretayî ya Savci Hakan Kiliç dixwand û ji ber xwarinê jahrînî bû jiyana xwe ji dest da, pêşrapora otopsiyê nedan malbatê.
16:00 11/10/2016
 
Ocalan: Ger kurd biban yek dê ciwanan jiyana xwe ji dest nedabana
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan tevlî cenazeyê Ercan Altunê HPG'î bû û diyar kir ku ger kurd biban yek dê ciwanan her roj jiyana xwe ji dest nedabana.
15:43 11/10/2016
 
Çalakiya rojnamegeran di roja 2'yemîn de ye
Rojnamegerên ku li Amedê ji bo balê bikişînin li ser weşanên hatine girtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin di roja 2'yemîn de çalakiya xwe didomînin.
11:19 11/10/2016
 
Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin derbkirin
Li Enqereyê nêzî 70 kesên ku xwestin qatlîama 10'ê Cotmehê şermezar kirin hatin binçavkirin duh êvarê hatin berdan. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de hatin derbkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN