DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

11:30 05/10/2016
 
Dizanin lê naparêzin
Hevserokê DBP'a Şahinbey a Dîlokê Lami Çiçek, diyar kir ku midûriyeta polîsan li wî geriya û diyar kirin ku dibe li dijî avahiya wan êrîş pêk bê. Çîçek, da zanîn ku li gel ku midûriyeta polîsan dizane dê êrîş pêk bê jî tedbîr negirtine.
10:54 05/10/2016
 
Darbeya leşkerî ditîn darbeya AKP'ê nedîtin
Çapemeniya ku di 15'ê Tîrmehê de xwe wekî li dijî darbeyan îlan kirin û deqîqe bi deqîqe dîmenên darbeya leşkerî ya li hemberî îktîdarê weşandin, darbeya AKP'ê ya li hemberî çapemeniya muxalif nedîtin.
10:30 05/10/2016
 
Gerîllayan li Geliyê Pîlemûriye rê kontrol kirin
Li Geliyê Pîlemûriya ya Dersimê gerillayan rê kontrol kirin û maşîna TEDAŞ'ê şewitandin.
10:16 05/10/2016
 
Qeyûm tayînî şaredariya Hênê hat kirin
Piştî ku hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu hat girtin qeymeqamê Karazê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
10:06 05/10/2016
 
Qeyûm gef li keyayan xwar
Walî Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Qelqeliyê hatiye kirin, derket holê ku gef li keyayên taxan xwariye.
09:58 05/10/2016
 
Hem li dijî zora dewletê hem li dijî pençeşêrê têdikoşe
Jina bi navê Aynur Elçîoglû piştî hevserê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da nexweş ket. Elçîoglû him li hemberî nexweşiya pençeşêrê, him jî li dijî zilm û zordariya dewleta tirk têdikoşe û 5 zarokan xwe mezin dike.
09:56 05/10/2016
 
Rewşa sê birayên birîndar ber bi başiyê ve diçin
Tenduristiya 3 zarok ên birayên hev Yusuf, Adem û Rojhat Ozkan yên ku bi teqemeniya leşkeran li Licê birîndar bûbûn rewşa wan ber bi başiyê ve diçe.
09:19 05/10/2016
 
Girtiyên li girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê ji bo ku lêpirsîna derbarê îsyanê de were zelalkirin û pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên tecrîdê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin.
09:12 05/10/2016
 
Welatiyên Şirnexî li benda rakirina qedexeyê ne
Gelê Şirnexê ku ev 7 meh in li hember êrîşên dewletê di konên derdora bajêr de li ber xwe didin diyar kirin ku di şert û mercên zivistanê de ew dê nekarin jiyana xwe li konan de berdewam bikin.
09:11 05/10/2016
 
TV10 hat mohrkirin
Pîrên Elewî, nûnerên saziyê, hunermend û siyasetmedar li odeya rejiyê ya TV10 ku ji aliyê polîsan ve hat mohrkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya hat bi dawîkirin mufetîş û polîsan deriyê odeya rejiyê mohr kirin.
09:10 05/10/2016
 
'Malbatên Sûrê dixwazin malên wan bên restorekirin’
Hevserokê GOÇ-DER’ê Yilmaz Kan têkildarî rapora ku boyî Sûrê amadekirin axivî û ragihand ku 34 hezar malbatên ku ji neçarî koç kirin, piştî bidawîbûna qedexeyê dixwazin avahiyên wan wek berê bên restorekirin.
09:10 05/10/2016
 
Têketina ‘Eniya şer a li paş’ qedexe ye!
Gundên Kizilçat, Pûllûyaziya Jêr û Jor ên Yayladagiya Hatayê ku ji aliyê çeteyên Tirkiye li Sûriyeyê piştevaniya wan dike wek eniya paş tên bikaranîn, ji bilî niştecihên gund destûra têketina tu kesî nayê dayîn.
09:08 05/10/2016
 
Li Şirnex ne rêyên mûazam, hilweşandina mûazam berdewam dike'
Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bersiv da gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim yen, 'Me li Şirnexê rêyên dûble çêkirine' û got: "Li şûna rêyên mûazam î dûble, xirakirineke mûazam li Şirnexe berdewam dike. Dewlet dixwaze bi derewên weke çêkirina rêyên dûble xirakirina Şirnexê veşêre."
09:06 05/10/2016
 
24 sal e li hestiyên kurê xwe digere
Sakîne Demîra 80 salî ku ji Rihayê hat Mûşê, li hestiyên kurê xwe yî ku beriya 24 salan di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da digere.
09:05 05/10/2016
 
Heta ku mala gel bê vekirin dê li hewşê perwerde bibe
Mala Gel a Musa Anter bi tayînkirina qeyûmê ya Şaredariya Êlihê re hat girtin. Xwendekarên Mala Gel diyar kiin ku heta mala gel bê vekirin ew dê li hewşa saziyê perwerdehiya xwe berdewam bikin û perwerdehiya amûrê muzîkê dibînin. bertekên xwe anîn ziman.
09:04 05/10/2016
 
Qeyûm bi girtina saziya jinê û çandê dest bi kar kir!
Li Silopiyayê qeyûmê hat tayînkirin, wek destpêk bi girtina saziyên jin û çandê dest bi kar kir. Şagirten saziyan, li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, dibe ku deriyê avahiyan bê girtin, lê ew dê hêza xwe ya hunerî li her kolanê ava bikin.
09:03 05/10/2016
 
Bi qeyûmê re hilweşandina Sûrê leztir bû
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, hilweşandina li navçeyê ya ji aliyê dewletê ve pêk tê bi awayekî pergalî gihîştiye asta herî jor. Li taxa Hasirliya Sûrê jî ku hemû hatiye hilweşandin bi kepçeyan erd tê kolandin.
09:01 05/10/2016
 
Navê wê li neviya wê kirin
Dayika ku hema bêjin me hemûyan an di daxuyaniyekê de yan jî li cihekî ku aştî tê xwestin dîtiye, Dayîka Meryem e. Dayika Meryem piştî hat qetilkirin navê wê li nevî wê ya ku bûye hat kirin. Niha hemû kes bi banga 'Dayika Meryem' gazî wê dikin û bi vê yekê Dayika Meryem didin jiyîn.
08:52 05/10/2016
 
Sercerdevan li Xarpêtê hat kuştin
Li navçeya Madenê ya Xerpêtê sercerdevanê bi navê Remzi Aydogan hat kuştin. Birayê wî jî birîndar bû.
08:41 05/10/2016
 
Çawîşê pispor ê birîndar mir
Şervanên HPG’ê li dijî Qereqola Cendirmeyan a Qereqûzûyê êrîşa bi roket pêk anîn. Di êrîşê de Çawîşê pispor Erdi Demirer birîndar bû. Demîrer li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN