DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

21:54 03/10/2016
 
Li Hesekê li dijî dawetê êrîşeke întiharî pêk hat
Hat diyarkirin ku li Taxa Salahê ya Hesekê li dijî dawetekê êrîşeke întiharî pêk hat.
21:43 03/10/2016
 
Ugurê HPG'yî hat definkirin
Şervanê HPG'ê Huseyîn Ugur (Rojhat Tûfan) ê ku di 28'ê gulanê de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Artukluyê hat definkirin.
20:56 03/10/2016
 
Ozgur Gun TV û Radyo hatin mohrkirin
Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyo yên ku berê weşana wê ji platforma TURKSAT’ê hatibû derxistin û bi awayekî herêmî weşana xwe didomandin, hatin mohrkirin.
20:30 03/10/2016
 
Li Ozgur Gun, Jiyan, Zarok û Azadî TV’yê lêgerîn didomin
Li Ozgur Gun TV, Jiyan TV û Zarok TV ên ku rastî serdegirtina polîsan hatin lêgerîn didome û li gel vê polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Azadî TV’yê de jî girtin.
19:59 03/10/2016
 
Qertên zerê ên xebatkarên ÎMC TV’yê hatin betalkirin
Yek ji qenalên muxalif ÎMC TV ya ku ekrana wê hatibû reşkirin, vê carê qertên zer ê çapemeniyê yên xebatkarên wê jî hatin betalkirin.
19:26 03/10/2016
 
Polîsan bi ser Ozgur Gun TV û radyoyê ve girt
Polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Ozgur Gun Tv û Ozgur Gun Radyoyê de girtin.
18:57 03/10/2016
 
Polîsan bi ser Zarok TV û Jiyan TV’yê de girt
Jiyan TV û Zarok TV yên ku bi hinceta KHK’yê di 28’ê îlonê de ekrarnên wan hatibûn reşkirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiyên wan de girtin.
18:37 03/10/2016
 
Li Îzmîrê 3 xwendekar hatin binçavkirin
Di baregeha lêpirsîneke der barê wan de, 3 endamên Kollektîfa Xwendekaran ên ji bo îfadedayînê çûn muduriyeta polîsan hatin binçavkirin.
18:15 03/10/2016
 
3 saziyên Şaredariya Farqînê hatin fesixkirin
Qeyûmê, 3 saziyên di bin bana Şaredariya Farqînê de xebatên xwe dimeşandin fesix kir.
17:11 03/10/2016
 
Kartên çapemeniyê yên xebatkarên Hayatin Sesî hatin betalkirin
Kartên zer ên xebatkarên yek ji kanalên muhalif Hayatin Sesî ku ekrana wê hat reşkirin hatin betalkirin.
16:14 03/10/2016
 
Kesek li Dersimê hat binçav kirin
Li navçeya Mêzgêrê ya Dersimê xwendekarek hat binçavkirin.
16:00 03/10/2016
 
Zarokê birîndar ê girtî jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Seyît Riza Şaran (16) ê di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
16:00 03/10/2016
 
Xebatkarê Radyo Karacadag hat binçavkirin
Xebatkarê berê yê Radyo Karacadag Salih Erbekler hat binçavkirin.
15:51 03/10/2016
 
Girtiyên hatin sirgûnkirin rastî îşkenceyê hatin
Hat diyarkirin ku 4 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Kalkandereya Rîzê hatin kirin rastî îşkenceyê hatine.
15:43 03/10/2016
 
Derbarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîna destpêkê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Midûrê Giştî yê Weşanê Ersîn Çaksu û Midûrê Karên Nivîsê Harun Eplî yên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ev 42 rojin weşanê dike de lêpirsîn da destpêkirin.
15:20 03/10/2016
 
Radyo Rengîn mohr kirin
Polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn a li Qoserê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.
15:19 03/10/2016
 
Êlihiyan got 'dest nede vîna min'
Li Êlihê bi beşdariya DBP, HDP, KJA û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin daxuyaniya 'dest nede vîna min' dan çapemeniyê.
15:10 03/10/2016
 
Têkildarî rewşa Çapraz û Aktaş agahiyên dawî parvekirin
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Ergin Aktaş û Sibel Çapraz, bi tevlêbûna parêzeran li şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parêzeran agahiyên dawî dan û xwestin muvekkilên wan serbest bên berdan.
15:03 03/10/2016
 
Kongreya DBP'ê ya Amedê dê di dawiya Cotmehê de bê lidarxistin
Rêxistina DBP'ê ya Amedê diyar kir ku ew ê kongreya xwe di dawiya meha Cotmehê de li darbixin.
14:43 03/10/2016
 
Girtina weşanan bi meşekê hat protestokirin
Li Qelqeliyê tayînkirina qeyûman û girtina TV'yên maxalif bi meşekê hat protestokirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN