09:57 04/10/2016 |
|
Girtiyên siyasî yên ji bo tedaviyê anîn nexweşxaneyê, bang li welatiyên derdor kirin û gotin ew rastî îşkenceyê tên.
|
09:56 04/10/2016 |
|
Belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasi yê Erdîşê Ayhan Yildirim ku hatibû binçavkirin serbest hat berdan.
|
09:17 04/10/2016 |
|
Şaredar û Midûrê Xizmeta Malî Westanê yê berê yê AKP'î Nazmî Sezer û Osman Kiziltaş ê di salên 2009 û 2014 de li Westanê şaredarî kir, bi diziya 5 salan, zevî û xaniyên hêjayî milyonan tl kirîn.
|
09:16 04/10/2016 |
|
Li Şirnexê ku qedexeya derketina derve lê didome û ji sedî 70 bajar hatiye xirakirin, jinûve çêkirina dibistanan balê dikişîne.
|
09:16 04/10/2016 |
|
Li herêma ku ji Cerablûsê heta Ezazê hatiye dagirkirin, hema bêje her roj sewqiyata leşkerî pêk tê û hat diyarkirin ku li gel vê sewqiyatê leşker li ser sînor qaçaxçîtiyê jî dikin û ji cerablûsiyên ku dixwazin vegerin bajarê xwe di navbera 500-1000 lîreyî de pere distînin.
|
09:15 04/10/2016 |
|
Dayika Endama YPS-JIN’ê Şîlan Yildirim a li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dabû behsa keça xwe kir û wiha got, “Şîlan digot, ‘Ez ê ji bo azadiya jinê têbikoşim.’”
|
09:15 04/10/2016 |
|
Şaredariya Riha ya AKP'yî Çemê Karakoyûn ê di nava bajar re derbas dibe kiriye qenalîzasyon. Ji ber bêhna genî mirov nikare di tenişta çem re derbas bibe. Welatî û esnafan bertek nîşan dan û gotin: “Çem nayê parastin û bi ava qenalîzasyonanê qirêj dibe."
|
09:14 04/10/2016 |
|
Serokê TGS Ugûr Guç diyar kir ku, ew dê pêkûtiyên li Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê veguhêzînin qada navnetewî.
|
09:13 04/10/2016 |
|
Gerîlaya YJA-STAR’ê Saîme Avşîn a ku bi awayekî birîndarî rastî îşkenceya cerdevan û leşkeran hatibû, li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li ser sandalyeya bitekelek, bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe îdame dike.
|
09:13 04/10/2016 |
|
Li Colemêrgê û navçeyên wê yên ku şer lê berdewam dikin, piştî leşker û cerdevanan, 5 notirvanên ji bo taxan hatin peywirdarkirin jî îstifa kirin. Dîsa li Şemzînan û Çelê jî hat ragihandin ku leşkerên bi peymanî yên xwestin îstifa bikin, bi hinceta ji ber peyman îmze kirine, daxwaza wan î îstifayê nehatiye pejirandin.
|
09:13 04/10/2016 |
|
Li navçeya Artemêta Wanê, qenala DSÎ’yê ya derdorê wê vekirîne, gefan li jiyan û ewlehiya welatiyan dixwe.
|
09:12 04/10/2016 |
|
Bi OHAL’ê re, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên nexweş ên giran jî di nav de li dijî 20 girtiyên siyasî, binpêkirinên mafan her diçe dijwartir dibin.
|
09:11 04/10/2016 |
|
Esnafên Edeneyê girtina Radyo Dunya û weşanên din şermezar kir û diyar kirin ku radyo û televîzyonên gel û esnafan nayên bêdengkirin. Esnafan anîn ziman ku ew ji bilî van radyo û televîzyonên hatin girtin yên din guhdar û temaşe nakin.
|
09:10 04/10/2016 |
|
Dayika leşkerê bi navê Mehmet Kuney ê ku di dema darbeya 15'ê Tîrmehê de leşkeriya bi mecbûrî dikir Sevîm Kuney diyar kir ku kurê wê yê din ji bo biçe leşkeriyê gazî kirine û bi gotina 'Ez ê ji kê bawer bikim û kurê xwe bişînim leşkeriyê?' îsyan kir.
|
09:09 04/10/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê girtina televîzyon û radyoyan rexne kir û diyar kir ku AKP ji ber ji rastiyan ditirse dixwazin bi girtina radyo û televîzyonan rastiyan reş bikin û ji civakê veşêre.
|
09:08 04/10/2016 |
|
Koroya Zarokan a di bin baneya Navenda Çanda Mizginê de xebatan dimeşine hem zimanê zikmakî, hem muzîkê û hem jî çanda xwe fêr dibin.
|
08:58 04/10/2016 |
|
Li Pîran û Hênê ku ji aliyê waliyê Amedê ve "qedexeye derve" lê hatibû îlankirin hat rakirin.
|
23:59 03/10/2016 |
|
Wek Azadî Tv, Jiyan TV, qenala kurdî ya zarokan Zarok TV ya ku bi kurdî fîlmên qartonî diweşand jî hat mohrkirin û heyînên wê yî mulkî hatin desteserkirin.
|
22:50 03/10/2016 |
|
Li Amedê, 7 jê endamên BES’ê 10 xebatkarên edliyeyê yên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Hevserokê Şaxa BE’a Amedê Bedirhan Çetînkaya jî hat girtin.
|
22:42 03/10/2016 |
|
Li Hesekê piştî êrîşa li dijî dawetê, rayedarên hemû nexweşxaneyên Hesekê boyî birîndaran bi awayekî lezgîn banga xwînê kirin.
|