14:41 03/10/2016 |
|
5'emîn rûniştina doza JÎTEM'a Kerboranê ku di sala 1995'an de 3 jê zarok 8 welatî hatin qetilkirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire bi zorê bînin dadgehê.
|
13:59 03/10/2016 |
|
Zarokên Şirnexê ku 205 rojin ji cih û warên xwe hatine koçkirin û li konên derdora bajar bi cih bûne; bi hesreta vegerê li bajar temaşe dikin.
|
13:58 03/10/2016 |
|
Li bajaroka Şenoba di serdegirtina malan de 2 welatî hatin binçavkirin.
|
13:54 03/10/2016 |
|
Wekîle Serokê Baroya Amedê Prz. Ahmet Ozmen, diyar kir ku nûçeyên Rojnameya Yenî Şafakê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattin Demirtaş gef xwariye ne rast in û hişyarname ji Rojnameya Yenî Şafakê re şand.
|
13:50 03/10/2016 |
|
Rêxistinên hempişeyên Rojnamegeriyê û TV'î yên hatine girtin bertek nîşanî girtina TV û Radyoyan dan, bang li temaşevan û guhdarvanan hat kirin ku ji bo xwedî li mafê xwe yê nûçe girtinê derkevin bi reqema 444 1 178 li RTUK'ê bigerin û bertekên xwe bînin ziman.
|
13:20 03/10/2016 |
|
Nobeta xebatkarên Van TV û Radyoya Dogu yên ku mohr li deriyê wan hat xitin di roja 4'emîn de didome.
|
13:15 03/10/2016 |
|
Li Tirkiye bi zextên îktîdara AKP'ê hemû qanalên televîzyon û radyo yên muxalif hatin reşkirin. Îktîdara AKP'ê bi vê yekê jî nehat ser zextên siyasî li Ewropa jî kir û qanala Med Nûçe Tv jî da girtin. Tirkiye sînor derbas kirin û Med Nuçe Tv jî reş kir. Lê heta niha bi dehan qanalên kurdan hatin girtin û li şûna wan qanalên nû hatin vekirin.
|
13:07 03/10/2016 |
|
Li Tarsûsê doza 63 kesên ku 1 jê zarok û 20 kes girtî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê tê dîtin.
|
12:49 03/10/2016 |
|
Li navçeya Erdîşa Wanê û bajarê Agiriye tayîna qeyûmê ya şaredariyên DBP'ê hat şermezarkirin.
|
12:42 03/10/2016 |
|
Li navçeya Karabaglar a Îzmirê 7 kes di operasyona bi îdîaya "amadekariyên çalakiya bombeyî dikirin" de hatin binçavkirin. Der barê 3 kesan de biryara lêgerînê heye.
|
12:33 03/10/2016 |
|
Cenazeyê endamê HPG'ê Mehmet Arîf Aksoy ê ku di pevçûnek li Karadenîzê de jiyana xwe ji dest da li Farqînê hat definkirin.
|
12:21 03/10/2016 |
|
Li Erdîşê belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayhan Yildirim hat binçavkirin.
|
12:18 03/10/2016 |
|
Li bajaroka Dêrgula Şirnexê tevgera leşker û cerdevanan.
|
12:18 03/10/2016 |
|
Endamê Komeleya Rojava yê Enqereyê Hacî Lezgîn banga alîkarî û piştgiriyê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên hatine hilweşandin kir û wiha got: "Demsala payîzê demsalekî zor e ji ber vê yekê werin em dest bidin hev alîkarî bidin gelê herêmê."
|
12:07 03/10/2016 |
|
Hat ragihandin ku 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê bi hinceta 'em ê we bibin nexwşxaneyê' ji girtîgehê hatine derxistin û li bejahiya derveyî girtîgehê hatine derpkirin. Girtiyê bi navê Mahmut Nergîs ê ku hatiye derpkirin, bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku rewşa havalê wî Adem Amaç di xeteriyê de ye
|
11:40 03/10/2016 |
|
Guhdarvanên Radyoya Dunya ku li Edeneyê xweşana xwe dikirin bertek nîşanî girtina radyoyê dan û diyar kirin ku ew ê xwedî li radyoya xwe derkevin.
|
11:15 03/10/2016 |
|
Hevserokê Şaxa MEYADER'a Wanê Îdrîs Şaybak, dema ji bo îfadeyê çû midûryeta polîsan hat binçavkirin.
|
11:10 03/10/2016 |
|
Ekrana Med Nûçe TV ya ligel zextên AKP'ê li Ewropayê weşana xwe didomand bi biryara Karsaza pêykê ya fransewî Eutelsat ve seat di 11.00'an de hat reşkirin.
|
10:59 03/10/2016 |
|
Maşîna zirxî ya leşkerî dema li herêma Oremarê ya Geverê re derbas dibû teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.
|
10:20 03/10/2016 |
|
Bejahiya Licê ji aliyê balefiran ve tên bombebarankirin.
|