DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:02 04/10/2016
 
Polîsan bi ser Ozgur Radyo de girtin
Polîsan bi ser Ozgur Radyo ya ku bi biryarnameya serokwezîriyê hat girtin de girtin. Deriyê radyoyê hat girtin û xebatkarên radyoyê hatin binçavkirin.
14:50 04/10/2016
 
'Ev biryar li dijî nirxên mirovahiyê ye'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî girtina televîzyon û radyoyan rexne kir û diyar kir ku ev biryar li dijî nirxên netewî, mirovî û li dijî hiqûqa demokratîk e.
14:43 04/10/2016
 
ÎHD'ê bal kişand ser binpêkirinên li zindanan
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikşîne ser zextên li ser girtiyên siyasî, raporên têkildarî Girtîgeha Tîpa R a Menemen û Girtîgeha Silivrî amade kiribû bi raya giştî re parve kir.
14:25 04/10/2016
 
Başlangiç: Ji ber ku em li cem gelê kurd in tên darizandin
Rojnameger Celal Başlangiç ê ku ji ber piştgiriya Ozgur Gundemê bûbê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê derket pêşberî dadger di parastina xwe de wiha got: "Em ji ber ku bi gelê kurd re ne tên darizandin."
14:20 04/10/2016
 
Nobeta li ber Van TV di roja 5'an de didome
Nobeta xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo yên bi armanca biryara KHK'ê ya girtina radyo û tev şermezar bikin di roja 5'an de didome.
13:49 04/10/2016
 
RTUK'ê biryar da: Li dijî ewlehiya neteweyî tehdîd e
Di teblîgata ku ji aliyê RTUK'ê ve ji radyo televîzyonên ku hatin girtin re hatin şandin de gotinên "Li dijî ewlehiya neteweyî tehdîd e" cih digire.
13:48 04/10/2016
 
Plaforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî girtina TV'iyan da
Platformu Ked û Demokrasiyê ya Amedê girtina televîzyonên muxalîf û yên kurdî şermezar kir.
13:30 04/10/2016
 
Dayika Şeran: Riya te riya min e!
Dayika Seyît Riza Şeran ê li Girtîgeha Şirexê jiyana xwe ji dest da bi gotina dayika xwe ya "Riya te riya min e" li Bêrecûkê hat definkiri.
13:01 04/10/2016
 
Qanala ÎMC Tv reş kirin
Polîsan bi ser avahiya ÎMC'ê de girt û pîştî lêgerînê qanala ÎMC Tv reş kirin.
12:29 04/10/2016
 
Polîsan bi ser avahiya ÎMC'ê girtin - DEQEYA DAWÎ
Polîsan bi ser avahiya ÎMC'ê de girt. Polîsên ku bi armanca qanala ÎMC Tv bigirin lêgerînê berdewam dike. Hemû xebatkarên televîzyonê li navenda tv bi hevre daxuyanî didin û bertekên xwe tînin ziman.
12:00 04/10/2016
 
Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê sibe deriyê xwe vedike
Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê ku ji aliyê 19 akademîsyenên ji Zanîngeha Koceliyê hatibûn dûrxistin ve hat avakirin sibe deriyê xwe ji xwendekaran re vedike.
11:50 04/10/2016
 
Polîsan bi ser Hayatin Sesi TV de girt
Televîzyona Hayatin Sesî ku bi biryara Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de hat girtin, polîsan bi ser avahiya wê de girt. Polîsên ku bi ser avahiya Hayatin Sesî TV de girt, niha li hundir lêgerînê dikin. Karmendên maliyê jî li avahiyê hêjmara alav û amûran dikin.
11:46 04/10/2016
 
'Gelo cenazeyê me tevî molozan davêjin?
Malbata Necmettin Dogan yê li Nisêbînê di berxwedana rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest da, li gel hemû serlêdanan nagêjin cenazeyên xwe. Malbatdê gotin "Gelo cenazeyên zarokên me jî tevî molozan davêjin derve?" û bertekên xwe anîn ziman.
11:27 04/10/2016
 
Derbarê Gerînendeyên Giştî yên nobedar de îdîaname hat amadekirin
Îdîanameya ku derbarê Tugrul Eryilmaz, Çîlem Kuçukkeleş û Dîcle Anter de ji ber ku alîkarî dane rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.
11:12 04/10/2016
 
Welatiyên Merîwanê li dijî rayedarên rejîmê dest bi çalakiyê kirin
Welatiyên bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî xemsariya berpirsên rejîma Îranê ya li hember xirabûna rêya sereke ya di navbera Merîwan û Sine dest bi çalakiyê kirin.
11:12 04/10/2016
 
Li Edeneyeê 5 kes hatin girtin
Li Edeneyê bi hinceta 'Endamê HPG'ê li vire' polîsan bi ser malan de girtibûn û 14 kes hatibûn binçavkirin, ji kesên hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.
11:02 04/10/2016
 
Qeyûm xwe li pişt dîwarê beton vedişêre
Walî Mehmet Şîrîn Yaşar ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin li derdora mala xwe dîwarê beton ê ji 3 metreyan pêk tê, çêdike.
10:37 04/10/2016
 
Karmendên zanîngehê ji bo piştgiriyê bidin mamosteyan di çalakiyan de ne
Karmendên Zanîngeha Silêmaniyê ji bo piştgiriyê bidin mamosteyan û ji ber ne dayîna mûçeyan dest bi çalakiyan kirin.
10:05 04/10/2016
 
Li 3 gundên Çelê qedexeya derve hat îlankirin
Li 3 gundên Çelê bi fermana walî qedexeya derve hat îlankirin.
10:02 04/10/2016
 
Hêjmara kuştiyên Hesekê gihişt 29'an
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku hejmara qurbaniyên komkujiya Hesekê gihiştiye 29’an.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN