DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:07 02/10/2016
 
Girtina Hevşaredarên Depê hat şermezarkirin
Federasyona Komeleyên Depê girtina hevşaredarên Depê şermezar kirin û xwestin hevşaredar bi lezgîn serbest bên berdan.
15:58 02/10/2016
 
Yuksekdag: Nekarîbûn teslîm bigirin ceza kirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, xebatkarên Ozgur Radyo yên beşdarî "Nobeta Azadiyê" bûbûn ziyaret kir û diyar kir ku ji ber ku radyo û televizyon teslîm nebûn, hikûmetê ew ceza kirin û weşanên wan qut kirin.
15:51 02/10/2016
 
Leşker li Qaxizmanê derketin operasyonê
Leşkeran li herema Çemceyê ya Qaxizmanê operasyon dan destpê kirin.
15:49 02/10/2016
 
Edaleta Yildirim girtina radyo û televîzyonan e
Serokwezîr Bînalî Yildirim tekîldarî operasyonên di bin navê derbeyê de axivî û îdea kir ku ew di çarçevoya hiquqê de tevdigerin.
14:53 02/10/2016
 
Mala Gel hat girtin, lê perwerdehî li baxçe didome
Îktîdara AKP'ê piştî li Êlihê qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kir, Mala Gel a Musa Anter jî mohr kirin. Piştî Mala Gel a Musa Anter a perwerdehiyê hat mohrkirin, kursiyerên Mala Gel a Musa Anter li baxçe dest bi perwerdehiya xwe kirin û li vir xebatên xwe berdewam dikin.
13:50 02/10/2016
 
Cerdewanê birîndar piştî 11 rojan mir
Cerdewan Refîk Kamelê di 21’ê îlonê de di şer de li Bejahiya Dihê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
13:05 02/10/2016
 
HPG'ê maşîna zirxî îmha kir
Şervanên HPG'ê li navçeya Geverê bi roketan êrîş pêk anîn û di êrîşê de maşîneyek zirxî îmha kirin.
13:00 02/10/2016
 
Saziyên Amedê girtina radyo û televîzyonan şermezar kir
Akademiya Ehmedê Xanî, KURDÎ-DER û Enstîuya Kurdî ya Amedê girtina radyo û televîzyonên bi daxuyaniyekê şermezar kir.
12:33 02/10/2016
 
Cenazeyê HPG'yî Abo li Wanê sipartin axê
Cenazeyê şervanê HPG'yî Feyzî Abo (Canfeda Zanyar) ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi girseyî hat definkirin.
12:22 02/10/2016
 
Leşker li gundên Hênê û Pîranê derketin operasyonê
Walîtiya Amedê li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kir. Piştî qedexeyê leşker derketin operasyonê.
11:29 02/10/2016
 
Cerdevan nobeta qeyûmê digirin
Li navçeya Giyadîn a Agirî ku qemûm tayînî şaredariyê kirin, Endamê Meclîsa Bajar ê AKP'î Salih Yaşar wekî cîgirê qeyûm hat tayînkirin. Cerdevanan jî li ber şaredariyê nobeta qeyûmê digirin.
10:28 02/10/2016
 
Qedexeyek rabû qedexeyek din dest pê kir
"Qedexeya derketina derve" ya li 13 gundên sêgoşeya Licê Karaz û Henê rabû, lê niha li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
09:23 02/10/2016
 
Li gel hilweşandinê dizî jî berdewam dike!
Li gel hilweşandina Şirnexê derket holê ku şîrketên hilweşandinê pêk tînin diziya gel dikin, alavên didizin dibin bajar û navçeyên derdorê difiroşin.
09:22 02/10/2016
 
Bo gerînendeyê ku xwendekarên keç û kur ji hev cuda dike destûra lêpirsînê tune ye
Qaymeqamtiya Peyasê û Dadgeha Îdarî ya Herêmî, ji bo Gerînendeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Namik Kemalê Mehmet Zekeriya yê ku li dibistanê xwendekarên keç û kur ji hev cuda kir û ji bo mamosteyên ku li dijî vê cudabûnê bertek nîşan da jî gotibû, “Sala bê ez ê mamosteyên jin û mêr jî ji hev cuda bikim” destûra lêprisînê neda.
09:20 02/10/2016
 
Qirnek li pêyî xwe hişt, lê hîn jî li ser piya ye
Kalê Cemîl, li gel 105 sal temenê xwe, hîn jî li ser piya ye, hemû karê xwe bi xwe dike û bi vî awayî bala her kesî dikişîne ser xwe.
09:17 02/10/2016
 
Qeyûmê girt, qursiyer li baxçe perwerdehiya xwe didmînin
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû, Mala Gel a Apê Mûsa jî hat girtin. Qursiyerên Mala Gel, li gel girtinê jî li baxçe perwerdehiya xwe didomînin.
09:16 02/10/2016
 
Xelîl weneyên rûken li pey xwe hiştin..
Endamê YPS'ê Xelîl Yilmaz bi îlankirina rêveberiyên cewherî re ji Nisêbîna Rengîn berê xwe da Şirnexê an go Cûdiyê Mirada û li pey xwe wêneyên devliken ên ku alên kesk û sor û zer di dest hiştin.
09:14 02/10/2016
 
'Zivistan tê berxwedêrên li konan dijîn bi tenê nehêlin'
Komeleya Rojavayê, bi hatina zivistanê re ji bo gelê Şirnex, Nisêbîn, Cizîr û hemû kesên li qadên xwerêveberiyê dijîn banga piştevaniyê kir.
09:12 02/10/2016
 
'Girtina TV û radyoyan zorbetî û derhuqûqî ye’
Rojnamegerên wanî li dijî girtina radyo û televîzyonên ku Van TV jî di nav de bertek nîşan dan û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn derhuqûqî û zorbetî ye.
09:10 02/10/2016
 
Ji Gazînoya Leşkerî, veguherî Girtîgeha Leşkerî
Li Artemêtê, li hêleke Gazînoya Leşkerî ya li peravên Gola Wanê ye, dîwarên betonî yên bilindahiya wan zêdeyî 5 metreyî ye hatin lêkirin û her wiha li ser dîwaran jî bi qasî 2 metreyen têlên rêsayî hatin bicihkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN