DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

09:09 02/10/2016
 
Zarokê ji Kobaniyê: Bila Zarok TV’yê vekin
Welatiyên Amedê li dijî girtina û rawestandina weşana 11 radyo û 12 televîzyonana bertekên tund nîşan dan. Zarokê 12 salî yê ji Kobaniyê jî xwest demildest Zarok TV bê vekirin.
09:05 02/10/2016
 
Ji kampa AFAD’ê bo El Nûsrayê teqwiyeya zarokan!
Li Altinozuyê, tê diyarkirin ku bi pereyan bo komên selefî yên li Sûriyeyê komeke ji 7 kesan pêk tê, li gel 3 zarokan li Kampa AFAD’ê ya Serokwezîrtiyê ya Altinozuyê, bo bi rêxistinên selefî re şer bikin kesên gihaştî jî dişînin şer.
09:03 02/10/2016
 
Çig: Min ji bo aşitiyê peywira xwe pêk anî
Hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Alîgira Doç. Dr. Eylem Çamûroglû Çig, ku ji ber “Belavoka Aşitiyê” îmzekiribû peymana wê ya bi zanîngehê re nehat nûkirin û ji karê xwe bû wiha got: “Em bi her awayî li gor wijdanê xwe tevgeriyan û tiştekî ku peywira me ye, me kir.”
08:55 02/10/2016
 
Hevşaredarên Depê hatin girtin
Hevşaredarên Depê Cennet Ayik û Burhan Kocaman hatin girtin.
21:45 01/10/2016
 
Li Geverê dengê çek û teqînan
Li Geverê, piştî du teqînên ku pêk hatin niha jî dengê çekan tê û her wiha li Şemzînanê jî qadên bejahiyî tên topbarankirin.
21:39 01/10/2016
 
Li Dersimê operasyona leşkerî
Hat zanîn ku gelek leşker, li qadên qelaçiyî û bilind ên gundên Dersimê hatine daxistin û veguhastin.
21:01 01/10/2016
 
Bi topan êrîşî qadên qedexekirî dikin
Qişleya Leşkerî ya YÎBO’yê bi topan êrşî gundên Speynî, Korxa, Qirêdarê, Xeylînê, Xanakelê, Angul û Comelaşê yên girêdayî Licê dike.
20:03 01/10/2016
 
Meclîsê teskere erê kir
Meclîsa Tirkiye ji bo şerê li dervê sînor yê li Sûriye û Iraqê pêk bê, daxwaza teskereyê erê kir.
19:44 01/10/2016
 
Di hefteya 114'an de ji bo girtiyên nexweş daketin kolanan
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 114’an de kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwestin.
19:26 01/10/2016
 
Girtina qanalên kurdî şermezar kirin
Li Cewlîgê endam û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif û bi kurdî weşanê dikin şermezar bikin çalakî pêk anîn. Nûnerên partî û saziyan diyar kirin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin.
19:26 01/10/2016
 
HPG'ê êrîşî barageha leşkerî kirin
Gerîllayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê êrîşê barageha leşkerî kirin. Di êrîşê de herî kêm leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn.
17:08 01/10/2016
 
Li Mêrsînê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Mêrsînê karkerê siwaxê bi navê Kiyasettîn Boyram ku ji qeta 10'emîn a avahiya 11 qet ket jiyana xwe ji dest da.
17:04 01/10/2016
 
Li Wanê Nobeta li dijî girtina TV û radyoyan berdewam dike
Nobeta xebatkarên Van TV û Dogu Radyo yên ku bi KHK'yan hatîne girtin berdewam dike.
16:56 01/10/2016
 
Kesên standa qetlîama 10'ê Cotmehê vekirîn hatin binçavkirin
2 Kesên ku ji bo bangewaziya tevilbûna bîranîna qetlîama 10'ê Cotmehê li Enqereyê pêk hatî stand vekirin bi derbkirinê hatin binçavkirin.
15:52 01/10/2016
 
Girtina radyo û televîzyonan hat protestokirin
Endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Agirî û Mûşê girtina radyo û televîzyonên muxalif şermezar kirin.
15:24 01/10/2016
 
13 binçavkiriyên li Depê sewqî edliyê hatin kirin
Li Xarpêtê di 29'ê îlonê de din av de ku hevşaredarên Depê jî hene 13 kes derxistin edliyê.
15:10 01/10/2016
 
ÎHD û xizmên windayan piştgirî dan TV'iyên girtî
Li Amed û Êlihê Şaxên ÎHD û xizmên windayan di hefteya 399'an de carek din li aqûbeta windayan pirsîn. Xizmê windayan û parazvanê mafê mirovan piştgirî dan TV û radyoyên hatin girtin û banga piştgiriya van weşanan hat kirin.
14:40 01/10/2016
 
KESK'a Wanê: Li dijî OHAL û KHK çalakiyan mezin bikin
Endamên Şaxên Platforma KESK'ê ya Wanê bi boneya ji kar dûrxistina mamosteyan li dijî pêkanîna KHK'ê û OHAL'ê nerazîbûn nîşan dan û banga çalakiyan li mamosteyan hat kirin.
14:19 01/10/2016
 
Li Dîlokê 3 kes hatin binçavkirin
Li Dîlokê di encama serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
14:12 01/10/2016
 
Dayikên Şemiyê: Hûn nikarin dengê me qût bikin
Dayikên Şemiyê di hefteya 601'emîn de li hev kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Vê hefteyê li aqûbeta welatiyê bi navê Ahmet Şen ê 80 salî ku di cotmeha 1994'an de windakirin hat pirsîn û bertek li dijî girtina TV û radyoyan hat dayîn.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN