DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

13:43 01/10/2016
 
Ji bo konsera Şirnexê bang hat kirin
Meclîsa Ciwanên HDP'ê û Komeleya Rojava ya Şaxa Enqerê ji bo piştgiriya welatiyên Şirnexê dê konserek amade bike.
13:14 01/10/2016
 
Xebatkarên Van TV ji hewşa avahiyê derxistin
Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ku piştî radyo û televîzyona wan hat girtin, li avahiya televîzyon û radyo nobet girtin, rastî erîşa polîsan hat. Polîsan bi zorê xebatkarên radyo û televîzyonê ji baxçe derxistin.
13:03 01/10/2016
 
Gotin çi karê tirkan di nava HDP'ê de heye û Altinors girtin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ku bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Zakir Karabulut ê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat qetilkirin, bûye hat girtin; têkildarî girtina xwe nameyek şand. Altinors, diyar kir ku polîsan di bin çavan de pirsa 'Tipa te pir dişibe tirkan. Çi karê te di nava HDP'ê de heye?' pirsîne û ji ber ku wan bi kurdan re mil daye hev, tolê ji wan hiltînin.
12:15 01/10/2016
 
Kedkarên Ozgur Radyo banga nobetê kirin
Kedkarên Ozgur Radyo ku weşana radyoya wan hat qutkirin û duh dest bi "Nobeta Azadiyê" kirin, diyar kirin ku ew nebûn qutuya muzîkê û bang li hemû guhdarên radyo kir ku tev li piştevaniyê bibin.
11:49 01/10/2016
 
'Qeyûm li dijî vîna gel e'
Endam û rêveberen DBP û HDP'ê yên Rihayê bi daxuyaniyekê biryara tayînkirina qeyûmê ya Şaredarên Wêranşar, Hewag û Xalfetiyê şermezar kirin û diyar kirin ku ev biryar ne hiquqî ye û bê hurmetiya li dijî vîna gel e.
11:45 01/10/2016
 
Rewşa Şaran ê birîndar giran e
Rewşa Seyît Riza Şaran ê ku di girtîgeha Şirnexê de di encama îsyanê de birîndar bûyî hîn giran e.
11:18 01/10/2016
 
Di salekê de 2 hezar û 468 DBP'î hatin girtin
Di operasyonên li dijî DBP'ê de di nava salekê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di navde bi giştî 2 hezar û 468 endam û rêveberên wê hatin girtin. 4 rêveberên navendî jî hatin qetilkirin.
11:10 01/10/2016
 
Bloka Aştiyê: Dengê na bidin tezkereya Iraq Sûriyê
Bloka Aştiyê bang li wekîlan kir û xwest li dijî daxwaza teskereyê ya Iraq Sûriyê helwesta xwe nîşan bidin û dengê na bikar bînin.
10:50 01/10/2016
 
11 akademisyenên Zanîngeha Egeyê hatin binçavkirin
Polîsan li dijî akademîsyenên Zanîngeha Egeyê operasyon pêk anî. Di operasyonê de 11 akademîsyen hatin binçavkirin.
10:42 01/10/2016
 
Dogu Radyo jî muhur kirin
Di çarçoveya zagonên KHK'ê ya OHAL'ê de Dogu Radyo jî di navde 11 radyo û 12 televîzyon hatin girtin. Dogu Radyo ku hat girtin muhur li deriyê wê xistin.
10:34 01/10/2016
 
Nivîskar Rênas Jiyan hat binçavkirin
Nivîskar, helbestvan û mamoste Rênas Jiyan hat binçavkirin.
10:21 01/10/2016
 
Ji 19 mamosteyan 4 mamoste hatin girtin
Ji 19 mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên di 25'ê Îlonê de li Amedê hatin binçavkirin jê 4 mamoste hatin girtin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Murat Ozyaşar jî li Stenbolê hat binçavkirin.
09:57 01/10/2016
 
Bi îşkenceya OHAL'ê qetil kirin
Welatiyê 51 salî Îhsan Aslan ê 15 rojan li Wanê di bin çavan de rastî îşkenceyê hat, piştî serbest hat berdan 17 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Di 6 mehan de polîsan 8 caran bi ser mala Îhsan Aslan de girt û herî dawî bi îşkenceyê qetil kirin. Hevsera Îhsan Aslan Nuriye Aslan, diyar kir ku hevserê wê rastî îşkenceya giran hatiye û ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest daye.
09:09 01/10/2016
 
Bavê Akdenîz: Kurê min înfaz kirin
Bavê Cegerxwîn Akdenîz ê di îsyana zindana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, Atîlla Akdenîz diyar kir ku kurê wî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin û wiha got: "Her carê em diçûn hevdîtinê, digotin qedexeya derketina kolanan heye û destûr nedidan em biçin hevdîtinê. Kurê min xistibûn hucreyê, kurê min şewitandine. Ev hovîtî ye. Cenazeyê kurê min şewitandine."
09:09 01/10/2016
 
Sozên AKP’ê bûn toz
Şaredarê AKP’î yê Navçeya Tuşba Fevzi Ozgokçe, berî hilbijartinê li gundê Bardakçi soza çêkirina rê da welatiyan. Lê 4 sal derbas bûn hêj rêya welatiyan çênekiriye. Welatiyan diyar kirin ku gotinên AKP'ê bûn toz û bertekên xwe anîn ziman.
09:08 01/10/2016
 
Xwendekarên akademîsyena ji kar hat avêtin: Em ê serî netewînin
Xwendekarên hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Eylem Çamûroglû ya ji ber belavoka aşitiyê îmze kir û peyman pê re nehat nûkirin gotin, ew ê têkoşîna mamosteya xwe ji cihê mayî dewr bigirin û bidomînin.
09:07 01/10/2016
 
Qeyûmê alîkariyên ji bo gel hatibûn berhevkirin desteser kir
Qeyûmê deriyê depoya şaredariyê ya ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê, ku ji bo gelê Nisêbînê yê ji ber qedexeya derketina derve avahiyên wan hatibûn rûxandin berhev kiribûn û lê bi cih kiribûn, qefiland. Her wiha sazî, li gel hemû astengiyan jî alîkariyê dikin û digihînin gel.
09:06 01/10/2016
 
Rûxandina bi topan dest pê kir, bi kepçeyan didome
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedanên xwerêveberiyê hatin îlankirin, 202 roj e didome. Piştî rûxandina ku bi meha bi tank û topan xwe da der, kepçeyên ku ketin taxan û dest bi rûxandinê kirin, ji sedî heftêyê bajêr tune kirine. Li gel domandina qedexeyê jî, vegera boyî bajêr didome û li gel rûxandinê welatî li ber malên xwe nobetê digirin.
09:05 01/10/2016
 
Dayika leşker: Ez ê kurê xwe yî din neşînim leşkeriyê
Dayika leşkerê ku bi hinceta têkiliya wî bi derbeyê re heye hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bertekên xwe anî ziman wiha got: “Hûn dibêjin qey êdî gel ê bibêje dewlet ez im, milet ez im û dê biçe leşkeriyê? Na tiştekî wisa tune. Ji bo we êdî leşker meşker tune ye.”
09:04 01/10/2016
 
'Me yek Zarok TV hebû, dewlet çi ji me dixwaze'
Zarokan li dijî girtina Zarok TV’yê bertek nîşan dan û wiha gotin: “Dewletê got, ‘Zarok TV zarokan fêrî kurdî dike, em bigirin ji bo tirkî fêr bibin.’ Me yek Zarok Tv hebû ew jî girtin, dewlet çi ji me dixwaze? Dewlet ji zarokan tirsiya, dibêje tenê ez ê biaxivim.”

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN