09:03 01/10/2016 |
|
Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, 5 girtiyên siyasî ji ber bi nîzama leşkerî jimarî nedan, ji aliyê 30-40 gardiyanî ve hatin derbkirin.
|
09:02 01/10/2016 |
|
Li qehwexaneyên Edeneyê, peyama Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, qeyûmên ji bo şaredariyên li Kurdistanê hatin tayînkirin û jidûrxistina hezaran kedkarên perwerdehiyê tên axaftin.
|
09:01 01/10/2016 |
|
TV 10 a ku welatiyên elewî bi awayekî zêde temaşeyî wê dikirin jî di nav de 20 qenalên TV’yê û radyoyan hatin girtin. Li dijî rawestandin û girtina radyo û televîzyonan, nûnerên rêxistinên elewiyan bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku qenalên ku hatine girtin zimanê aşitiyê bi kar dianîn û gotin, divê tu kesim jî li dijî derbeya AKP û Erdoganî teslîm nebe.
|
09:00 01/10/2016 |
|
Nûnerê televîzyona ÎMC’yê yê Amedê Farûk Balikçi bertek n nîaşnî reşkirina ekranên 12 televîzyonan da û got, kes nikare bi reşkirina televîzyonan rastiyan ji holê rake.
|
08:59 01/10/2016 |
|
Nîqaşa ku bi gotina Serokomar Erdogan a “Ne aşitiya Lozanê” dest pê kir, nirxandinên Ocalan ên ku berê têkildarî Lozanê kiribûn û di xwe de çareserî dihebandin bi bîr xist. Di dema Peymana Lozanê de bingeha komarê ji aliyê gelê kurd û tirk ve hatibû avêtin, lê piştî teza “Kurd û tirk bi awayekî wek hev dijîn”, li dijî kurda nêzîkatiya komarê veguherî înkar û bişavtineke hişk.
|
08:58 01/10/2016 |
|
Dewletê li 13 gundên Licê û Hênê yên Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kir.
|
22:37 30/9/2016 |
|
Li navçeya Geverê minibusek û kamyonek li hev qelibîn û di qezayê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 welatî birîndar bûn.
|
20:43 30/9/2016 |
|
Bi sedan kes li Îzmir û Mêrsînê li dijî girtina radyo û televîzyonan daketin kolanan û girtina radyo û televîzyonên muxalif şermezar kir. Welatiyan diyar kirin ku ew yekdengiyê qebûl nakin û destûr nadin vê yekê.
|
19:51 30/9/2016 |
|
Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Sebrî Adanûr ku ji alîyê tîmên taybet ve hat binçavkirin şandin girtîgehê.
|
19:42 30/9/2016 |
|
Hevşaredara Seravê Zilan Aldatmaz û xebatkarê Şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin.
|
18:52 30/9/2016 |
|
Endama YPS’ê Ayşe Kaçar, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Apê Kaçar, Nûrettîn Kaçar, diyar kir ku wan îro xatir ji bedena Ayşeyê xwest, lê dê fikrên wê her tim bijîn.
|
18:20 30/9/2016 |
|
Li nêzî Yalova-Çinarcikê bi şideta 3.5’an erdhej pêk hat.
|
18:08 30/9/2016 |
|
Ozgur Radyoya ku malpera wê hat girtin, ragihand ku ew dê dest bi Nobeta Azadiyê bikin.
|
17:57 30/9/2016 |
|
Ajokarê serwîsa dibistanê yê ku di navbera Sêwreg û kolikê de qeza kir jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de yek jê giran 19 xwendekar jî birîndar bûn.
|
17:16 30/9/2016 |
|
Radyo Karacadag a li Rihayê dengê welatiyên kurd, ereb û tirkan e jî hat girtin.
|
16:06 30/9/2016 |
|
Alîkarê walî yê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir.
|
15:59 30/9/2016 |
|
Li riya Wan û Colemêrgê ji ber teqîna çêbû rê li trafîkê hat girtin.
|
15:29 30/9/2016 |
|
Serokwekîlê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ku ji bo Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin de axivî got ku di dosyaya lêpirsîna Elçî de dozger tuneye.
|
15:03 30/9/2016 |
|
Cenazeyê zarokê bi navê Cegerxwîn Akdeniz ê ku di îsyana Girtîgeha Tîpa T a Şirnex de jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin.
|
15:02 30/9/2016 |
|
Cemiyeta Rojnamegerên Azad û xebatkarên televîzyonên ku hatin girtin bi daxuyaniyê li dijî girtina weşanan nerazîbûn nîşandan, girtina televîzyon û radyoyan wekî darbeya li dijî çapemeniyê bi navkirin û anîn ziman ku ku ew ê rojnamegeriyê bidomînin û têkoşînê xurtir bikin.
|