DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:12 25/9/2016
 
Leşker Tendurekê topbaran dikin
Li Çiyayê Tendurekê ku gelek leşker hatin kuştin, leşker çiya topbaran dikin.
15:07 25/9/2016
 
TIR'ên NY'ê ketin rêya Îdbilê
14 TIR'ên alîkariya zexîre û lojîstîk yên Neteweyên Yekbûyî ku nêzî 15 rojin li deriyê Sînorê Cilvegozu yê Hatayê tê rawestindin derbasî bajarê Îdlîbê yê di bin dagirkeriya El Nusra û Ehrar El Şamê bûn.
14:48 25/9/2016
 
Erkan Baş û kesên pêre dê sibe derxînin edliyeyê
Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Gelê Tirkiyeyê (HTKP) Erkan Baş dema balevokên bi îmzeya Tevgera Yekbûyî a Hezîranê (BHH) belav dikir bi 14 kesan re ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku dê Baş û kesên pêre sibê derxînin edliyeyê.
14:48 25/9/2016
 
Endamê meclîsa şaredariyê yê berê hat girtin
Emdamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê yê berê Mustafa Saltaş hat girtin.
14:21 25/9/2016
 
Dîmenên dema leşkeran daristan şewitand hat kişandin
Piştî li 3 bejahiyên navçeyên Amedê "qedexeya derve" hat îlankirin, dîmenên dema leşker bejahiya Hezro û Licê didin ber agir ji aliyê welatiyan ve hat kişandin.
14:11 25/9/2016
 
Edîtora Kovara Zaremayê hat binçavkirin
Edîtora Kovara Zaremayê Fahriye Adsay hat binçvkirin.
13:25 25/9/2016
 
Di qatlîama Dîlokê de zarokekî din ê birîndar jî jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Mahsun Nas ê 14 salî ku di qatlîama Dîlokê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
13:15 25/9/2016
 
Ev 7 rojin ji Nedîm Yildiz agahî nayê girtin
Welatiyê bi navê Nedîm Yildiz ê 35 salî ku li Mêrsînê dijî ji 19'ê Îlonê were agahî jê nayê girtin.
11:35 25/9/2016
 
Leşkerên bi ser malê de girtin gefa kuştinê xwarin
Li çoltera Amedê ku operasyona leşkerî didome leşkerên li gundê Helhelê ya Hezroyê bi ser maleke de girtin gefa kuştinê li zarokên welatiyê li mala xwe nebû xwarin û gotina "heke em bavê we bigirin em ê bikujin" bi kar anîn.
11:23 25/9/2016
 
Polîsan bi ser malên mamosteyan de girtin
Li Amedê di serdegirtinên bi ser malên mamosteyan de herî kêm 10 mamoste hatin binçavkirin.
11:12 25/9/2016
 
Mamosteyên Başûrê Kurdistanê di çalakiyan de ne
Li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Germiyan û Kerkûkê çalakiyên protestoyê yên Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê dest pê kir.
10:00 25/9/2016
 
Taylan Kulaçoglu hat binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Redhack a li navenda Enqereyê de Taylan Kulaçoglu hat binçavkirin.
09:14 25/9/2016
 
Orhan Mîroglu perdeya ser cînayeta Anter e
- Di bûyera qetilkirina Mûsa Anter de piştî salan di doza ku hate vekirin de tu pêşketin çênebû, îfadeya ku endamê MÎT'ê Mehmet Eymur li ser gotinên Yeşîl dabû ya "Orhan Mîroglu bi navê Tayfun endamê MÎT'ê bû" wekî ku perdeya li ser rastiya kuştina Anter nîşan da.
09:13 25/9/2016
 
Li dijî dagirkirina qeyûman dikarin serî li DMME'yê bidin
Parêzer Cemîl Demîr diyar kir ji bo betalkirina dagirkirina qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin riya serlêdanê ya Dadgeha Qanûna Esasî vekirî ye û welatî dikarin bi awayeke şexsî serî li DMME'yê bidin.
09:12 25/9/2016
 
7 mamoste hatin girtin
Li Amedê ji 24 mamosteyên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin ji wan 7 mamoste hatin girtin.
09:11 25/9/2016
 
Akademî dê qadên xwe yên perwerdê bi afirîne
Akademiya ku dê ji aliyê 19 akademîsyenên ji KOU hatine avêtin, were vekirin dê xwendekaran jî tevlî bike. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê mamosteyên xwe bi tenê nehêlin û dê qadên xwe yên perwerdeyê biafirînin.
09:08 25/9/2016
 
Zanîngehê beyî biryara dadgehê 30 xwendekar dûr xistin
Rêveberiya Zanîngeha Suleyman Demîrel, 30 xwendekarên zanîngehê, ku beşdarî bîranîna 34 kesên di komkujiyên Roboskê de hatin qetilkirin bûbûn, beyî biryara dadgehê guhdar bike ji zanîngehê dûr xistin.
09:06 25/9/2016
 
Dixwazin kalê nexweş ê 85 salî biavêjin zindanê
Welatiyê bi navê Mûstafa Abî ku nexweş e û ev 2 sal e di nav cih de ye û ceza jêre hatiye birîn beriya 5 rojan li Geverê hat binçavkirin. Her çiqas ev 2 sal be Abî di nav cih de jiyana xwe berdewam bike jî nexweşxane rapora, "Nikare li girtîgehê bimîne" nadin.
09:05 25/9/2016
 
Senaryoya polîs û MÎT'ê ya hevpar!
Xebatkarê HDP'ê Fahrî Yalçin ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin got ku li devereke ku nizane MÎT'ê ew ji wesayîtê polîsan peya kiriye û daxwaza sîxurtiyê jê kirine.
09:04 25/9/2016
 
'Baweriya me wekî sûc tê dîtin'
Welatiyê bi navê Tîmur Efe Suverje têkildarî îşareta ku 2 roj berê li ser deriyê malbatên Kurd û Elewî yên ku Tuzluçayira Enqereyê dijîn hat nivîsandin axivî û da zanîn ku armanca kesên ku ev îşaret nivîsîn ew e ku di navbera Kurd, Elewî û Tirkan de fesadiyê derbixîne, wan bikin dijminê hev, yên vana dikin de nikaribin yekitî û biratiya gelan têk bibin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN