11:48 26/9/2016 |
|
Li dora avahiya Şaredariya Giyadîn a ku qeyûm hat tayînkirin, qulûbeyên nobetê tên avakirin. Li Pirsûsê jî polisan dora şaredariyê bi barîkatan ji gel re girtiye û tenê ji AKP'îyan re vekiriye.
|
11:16 26/9/2016 |
|
Li navçeya Xinûsê ya Erziromê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin jê 22 kes serbest hatin berdan. 12 kesên nûçegîhanê me DÎHA'yê Mensur Kuçukkarga jî di navde 6 rojin hêj di bin çavan de ye.
|
10:57 26/9/2016 |
|
Li diji otobusa leşkeran a di rêya navbera Dêrîk û Qoserê de derbas dibû, teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 leşker mir û 8 leşker û cerdevan jî birîndar bûn.
|
09:56 26/9/2016 |
|
Li Amedê serê sibehê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
|
09:46 26/9/2016 |
|
Li 18 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê “qedexeya derketina kolanan” hat rakirin.
|
09:10 26/9/2016 |
|
Pirtûka Fehîm Taştekîn "Rojava Dema Kurdan- Rojava Kürtlerin Zamani" der barê mamosteyên ku li Amedê hatin girtin de bû delîlê sûc.
|
09:10 26/9/2016 |
|
Abdulkadîr Çelîk (17) ê li qontarê çiyayê Dorşînê ya navçeya Pasûrê çîrokên gundên wan ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin guhdar kir û mezin bû di riya 3 ap û xalekî xwe yên ji bo azadiyê canê xwe dan çû û di vî riyê de bû nemir.
|
09:08 26/9/2016 |
|
Girtiyên Girtîgeha tîpa R a Menemenê Sibel Çapraz û Ergin Aktaş ên ji ber nexweş bûn û nehatin berdan ketin greva birçîbûnê jiyana wan dikeve xeterê. Endama komîsyona Navendî ya ÎHD'ê Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku ger şertên girtiyan pêk neyê û şert û mercên wan neyên başkirin dê jiyana wan têkeve talûkeyê.
|
09:06 26/9/2016 |
|
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê DSÎ, hêj dîroka peymana bi bazarvanan re neqediya ye, dixwaze bazara îsot û zeytûnan dagir bike û qada bazarê ji destê wan derxe.
|
09:05 26/9/2016 |
|
Cemîl Sayin ê di navbera 2011 û 2013'an de hat girtin û berdan roja borî dîsa hat girtin. Sayin li gel ku girtî bû wekî tev li 3 çalakiyan bû nîşan da û dîsa girtin.
|
09:05 26/9/2016 |
|
Hat zanîn ku leşkerên rêxistina Selefî yên ji Îdlibê derbasî sînorê Tirkiye dibin û li kampa Apaydin a Altinozu ya Hatayê bi cih dibin. Li vê kampê berê leşkerên ji artêşa Sûrî reviyabûn bi cih bûbûn. Hat diyar kirin ku ev kamp wekî barageha leşkerên Selefiyan tê bikar anîn.
|
07:34 26/9/2016 |
|
Li gundê Guzeldere yê Navçeya Dara Hênê ya Çewlikê gerîllayên HPG’ê li dijî qereqola leşkerî êrîş pêk anîn.
|
22:47 25/9/2016 |
|
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku beriya 5 rojan hatibû binçavkirin, hat girtin.
|
22:13 25/9/2016 |
|
Endamên Egîtîm Senê ya Kolika Semsûrê Ozgur Ertaş û Nihat Oztekin hatin girtin.
|
22:08 25/9/2016 |
|
Komek ciwan li Daglioglu ya Edeneyê bi molotof û bombeyên deng êrîşî qereqola taxê kirin.
|
22:08 25/9/2016 |
|
Gelê Edeneyê li 5 taxan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayinkirina qeyûmê ya ser 25 şaredariyên DBP'ê bi çalakiyên deng şermezar kirin
|
21:54 25/9/2016 |
|
Leşker çoltarên Lîcê yên "Qedexeya Derketina Kolanan" lê hatine îlankirin, bê navber topbaran dike.
|
21:50 25/9/2016 |
|
Maşîna zirxî ya leşkerî dema li ser rêya Colemêrg-Çelê derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn.
|
21:43 25/9/2016 |
|
Endama YPS-JINê Şîlan Yildirim a di 12'ê Îlonê de li Silopiya jiyane ji dest dabû, li gundê xwe yê Midêba Mezin a Pirsûsê hat definkirin.
|
16:40 25/9/2016 |
|
Hat zanîn ku 7 mamosteyên li Amedê hatin girtin, bi hinceta tevlî protestoya zemê bûne, endamên sendîkayê ne û ketine grevê rastî lêpirsînê hatine.
|