DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

22:53 24/9/2016
 
Xelat diyarî berxwedêrên rêberiyên cewherî kirin
Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Rojnamegerên xelat wergirtîn, xelatên xwe yadî berxwedêrên di rêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dayîn kirin.
21:06 24/9/2016
 
Tecrîda li ser Ocalan li Edeneyê hat protestokirin
Li Edeneyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi çalakiya deng derxistinê hat prorestokirin.
20:42 24/9/2016
 
Mamosteyan li ber adliyeyê dest bi nobetê kirin
Bi sedan mamosteyan ji bo hevalên xwe li ber Adliyeya Amedê dest bi nobetê kirin.
20:15 24/9/2016
 
Dayîkan mamosteyên di nobetê de ziyaret kirin
Dayîkên Aştiyê yên Amedê kedkarên perwerdeyê yên di nobetê de ziyaret kirin.
19:22 24/9/2016
 
Azîz Guler li ser gora xwe hat bîranîn
Fermandarê BOG'ê Azîz Guler yê ku dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikin jiyana xwe ji dest dayî di yekemîn salgevera xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
18:19 24/9/2016
 
'Dermankirina girtiya nexweş Pehlîvan tê astengkirin'
Malbatên TAYAD'ê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan û diyar kirin ku dermankirina Pehlîvan ji aliyê rêveberiya zindanê ve tê astengkirin.
17:04 24/9/2016
 
Li Licê herêma 'qedexe' hat bombebarankirin
Li herêma Licê ya ku ev du rojin "qedexeya derve" lê berdewam dike ji aliyê balefiran ve hat bombebarankirin.
16:41 24/9/2016
 
Li Amedê 15 mamoste hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN
Li Amedê di êrîşa li hemberî çalakiya mamosteyan de 10 jê jin 15 mamoste hatin binçavkirin.
15:51 24/9/2016
 
Bila girtiya nexweş Sîbel Çapraz bê berdan
Di çalakiya ÎHD'ê ya Tîpa F de vê hefteyê hate xwestin girtiya nexweş Sîbel Çapraz bê berdan.
15:14 24/9/2016
 
Partiyên kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê amade ne
Piştî hevdîtina heyeta HDP'ê û Tevgera Goran, herdu aliyan daxuyaniyek hevbeş dan. Demîrtaş diyar kir ku wekî hemû aliyên din ên pêre hevdîtin kirine, Tevgera Goran jî ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ye. Piştî daxuyaniyê heyetê bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anîn.
15:13 24/9/2016
 
'Winda wijdana te ye xwedî li wijdana xwe derkeve'
Li Îzmîrê ÎHD û xizmên windayan bal kişandin li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya 600'emîn û peyama "Winda wijdana te ye xwedî li wijdana xwe derkeve" dan.
15:11 24/9/2016
 
Dayikên Şemiyê: Diyare em ê 600 hefteyên din jî li vir bin!
Dayikên Şemiyê ku ev 21 sal in bêyî ku havîn û zivistan, germ û sarê binêrin li pey dadê ne bi çalakiya vê heftê 600 hefte li dû xwe hiştin. Dayikên Şemiyê dan zanîn ku eger bêdadî bidome dê 600 hefte din jî çalakiya xwe bidomînin û zarokên xizmên wendayan jî gotin ku ewê çalakiya ku dê û bavên wan dane destpêkirin bidomînin.
14:39 24/9/2016
 
DBP'a Mêrdînê kongreya xwe pêk anî
Rêxistinê DBP'ê ya Mêrdîn 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî
14:17 24/9/2016
 
Çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê hate silavkirin
Li Amed û Êlihê xizmên windayan ên ku hatin cem hev û aqûbeta windayan pirsîn, çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê silav kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di çalakiya Wanê de axivî diyar kir ku têkoşîna dayik, edalet û rastiyan didome.
14:01 24/9/2016
 
24 mamoste sewqî edliyeyê hatin kirin
24 mamosteyên di serdegirtinên li Amedê de hatin binçavkirin derxistin edliyeyê.
13:59 24/9/2016
 
Xebatên şaredariya Farqînê di hedefa çapemeniya AKP'ê de ne
Riyên Farqînê ku şaredariya Farqînê û şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevre qîr dikin, çapemeniya AKP'ê îdîa kir ku ji aliyê qeymeqam ve tên çêkirin.
13:21 24/9/2016
 
2 kes li Rihayê hatin binçavkirin
Li Pirsûsê di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Salîh Eraslan û Vedat Yenîlmez hatni binçavkirin.
13:09 24/9/2016
 
Piştî 8 rojan hatin berdan
Li Şemzînanê 3 kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
13:08 24/9/2016
 
Partiyên kurd banga yeketiya neteweyî kirin
Di komxebata KNK'ê ya li Kerkûkê hat lidarxistin de partî û rêxistinên kurd ji bo çareseriya pirsgirêkan banga yeketiya neteweyî kirin.
12:32 24/9/2016
 
Li Giyadînê kesek hat binçavkirin
Li Giyandînê ciwanê bi navê Ferhat Demîr hat binçavkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN