DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

21:58 04/10/2016
 
Di êrîşa li Licê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Li Licê, di êrîşa li dijî Qereqola Qorxayê de serpel û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan.
20:34 04/10/2016
 
Balafirên şer gundî gulebarankirin: Kesek mir, yek jî birîndar bû
Balafirên şerî hawirdora gundê Herdeyê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bûye.
19:51 04/10/2016
 
Polîsan bi ser TV 10’ê de jî girtin - HATE NÛKIRIN
TV 10 a ku der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn, polîsan bi ser avahiya wê de girt.
18:47 04/10/2016
 
Li Licê helîkoptêran wesayîtek sivîl gulebarankir
Di operasyona ku beriya 4 rojan de li gundên Licê hate destpêkirin de wesayitek ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Her wiha di encama operasyonan de qadekî berfireh jî hat şewitandin.
19:30 04/10/2016
 
Li Licê li dijî binkeya leşkerî êrîş pêk hat
Li Licêya Amedê, ji aliyê HPG’yiyan ve li dijî Qereqola Qorxayê êrîş pêk hat. Piştî êrîşê gelek ambulans, sewqî herêmê hatin kirin.
18:55 04/10/2016
 
Bo çapemeniya azad çalakiya bêdengiyê
Li Dersimê, di roja 26’emîn a çalakiya ji bo mamosteyên ji kar hatin dûrxistin de, ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif jî çalakiya bêdengiyê hat lidarxistin.
18:46 04/10/2016
 
Polîtîkayên AKP’ê li Qereyaziyê hatin şermezarkirin
Tayînên qeyûmê yên arasteyî şaredariyên DBP’î, girtin û binçavkirin, girtin û rawestandina weşanên TV’yan li Qereyaziya Erziromê hatin şermezarkirin.
17:37 04/10/2016
 
Ji DBP'ê banga kongreyê
Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê bang li gel kir ku piştgiriyê bidin kongreya wan a awarte ku dê di 25'ê Cotnehê de bê lidarxistin.
17:26 04/10/2016
 
Li Oremarê operasyona leşkerî
Li herêma Oremarê ya Geverê operasyona leşkerî ku duh piştî teqînê dest pê kiribû berdewam dike.
17:00 04/10/2016
 
Parlamentoya Iraqê biryar da ku hêzên tirk ji Iraqê derkeve
Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de ji bo hêzên Tirkiyeyê ji axa Iraqê bên derxistin li ser 7 biryaran li hev kirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya tirk dan.
16:50 04/10/2016
 
Rojnameger dê girtina TV û Radyoyan protesto bikin
Rêsitinên kedê yên çapemeniyê û rojnameger dê girtina televîzyon û radyoyan bi daxuyaniya ku dê li ber Lîseya Garatasarayê bidin protesto bikin.
16:10 04/10/2016
 
16 kes li Ozgur Radyo hatin binçavkirin
Polîsên ku bi ser avahiya Ozgur Radyo de girtin, 16 nuçegîhan û xebatkarên Ozgur Radyo binçav kirin.
15:58 04/10/2016
 
Ji nûçegihana JINHA'yê Zeyrek re 15 meh ceza
Ji nûçegihana JINHA'yê Fîlîz Zeyrek ku bi hinceta tevli meşa 'ji tiryakê re na' bûye doz hatinbû vekirin, 15 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û cezayê wê hat taloqkirin.
15:47 04/10/2016
 
Zarok: Hûn çima ji Şirînokan ditirsin!
Zarokên Edeneyê bertek nîşanî girtina Zarok TV dan û diyar kirin ku AKP ji Şirînokên ku ew temaşe dikin jî ditirse û wiha gotin: "Ma çi zirara zarokan ji we re hebû ku ew Zarok TV girt."
15:32 04/10/2016
 
Nûçegihanên ku girtina radyoyê dişopandin hatin binçavkirin
Polîsên bi biryarnameya serokwezîr bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin, nûçegihana JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp jî binçav kirin.
15:28 04/10/2016
 
Endamên RTUK'ê: Biryar ne ya me ya îxtidarê ye
Endamên RTUK'ê di hevdîtina bi rayedarên radyo û televîzyonên hatin girtin re kirin de gotina "gahiya me ji tiştên diqewime tuneye. Em jî nikarin tiştekî bikin. Mafê xwe li dadgehên navneteweyî bigerin" bi kar anîne û gotin ku reşkirina weşanan bi mudaxaleya îxtidara siyasî pêk hatiye.
15:10 04/10/2016
 
TGS: Li mafê xwe yê nûçeyan xwedî derkevin
TGS, reşkirina qanalên televîzyon, qutkirina weşan û dengê radyoyan û serdegirtina polîsan a radyo û televîzyonan şermezar kir û ji her kesî xwest ku li mafê xwe yê agahî û nûçeyan xwedî derkevein.
15:08 04/10/2016
 
Ji jinên girtî ji bo Şirnexê çalakî
Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, xirakirin û talankirina Şirnexê bi çalakiya dengderxistinê protesto kirin.
15:08 04/10/2016
 
Belavkarê hat berdan dîsa hat binçavkirin
Belavkarê Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayhan Yildirim ê ku duh li Erdîşê hatibû berdan careke din hate binçavkirin.
15:04 04/10/2016
 
Hunermendên kurd: Dengê Zarok TV qût nekin
Ji hemû beşên civakê li dijî girtina Zarok TV nerazîbûn û bertek didomin. Hunermendên kurd jî bi peyamên kurt piştgirî û nerazîbûna xwe ya ji bo Zarok TV anîn ziman. Hunermendan wiha got: “Dengê zarokên me Zarok TV qût nekin.”

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN