12:07 24/9/2016 |
|
Li herêma Licê ya ku "qedexeya derketina derve" lê didome pevçûn derketin. Hat diyarkirin di pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
|
12:00 24/9/2016 |
|
Li Mamakê di apartmana ku 8 malbatên Elewî û 2 malbatên Kurd lê dijîn de, wekî beriya qetlîama Gurgumê deriyên wan destpêkê bi boyaxa reş piştre jî bi boyaxa sor hatin îşaretkirin. Hat diyarkirin ku malbatan xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Serokê şaxa PSAKD'ê Alî Ungormuş, diyar kir ku tu kesek di ewlehiyê de nîne.
|
11:20 24/9/2016 |
|
Heyeta HDP'ê ya dibin serokatiya Selahattîn Demîrtaş de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne Navenda Giştî ya Polîtburoya Tevgera Goran ziyaret kir.
|
11:06 24/9/2016 |
|
Derdorên Kar ên Amedê diyar kirin ku bi mehan li Kurdistanê şer hat meşandin, ev şer hêjî didome, hizûr û xweşî dê ne bi paketên aboriyê yên ku Serokwezîr Bînalî Yildirim aşkera kiriye bê û wiha gotin: "Dê gotinên Ocalan ên; 'Em dikarin pirsgirêkê di nava 6 mehan de çareser bikin' aştiyê bîne."
|
11:00 24/9/2016 |
|
Li Sertê zarokê bi navê Yusuf Erzen ê 10 ku dema şerê di navbera leşker û HPG'iyan de qewimî li banê mala xwe bû bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
|
10:23 24/9/2016 |
|
RedHackê daxuyand ku wan hesabê mailê yê zavayê Tayyîp Erdogan, Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak desteserkiriyê, heke Asli Erdogan û muxalîfên çepgir neyên berdan dê nivîsan biweşîne.
|
10:18 24/9/2016 |
|
Li Cizîrê piştî desteserkirina şaredariyê hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî şaredarî dorpêç kirine û welatiyên diçin şaredariyê jî heta ku di lêgerîna tîmên taybet re derbas nebin nikarin bikevin hundir.
|
10:10 24/9/2016 |
|
- Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca ya hatibû binçavkirin hat girtin.
|
10:07 24/9/2016 |
|
Welatiyên Hezexê yi hemberî hewldana rayedaran a hilweşandina malên wan nerazîbûn nîşandan û diyarkirin ku ew TOKÎ'yên dewletê naxwazin, dewlet wan di malê de bişewîtîne jî ew ê desturê nedin ku avahiyên wan bê hilweşandin.
|
09:41 24/9/2016 |
|
Endamê MP a HDP'ê Mazlum Karagoz li Esenlerê hate binçavkirin.
|
09:25 24/9/2016 |
|
Li Edeneyê polîsan bi îdiya "HPG'iyek heye" bi ser gelek navnîşanan de girtin û di nav de zarok jî hene herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.
|
09:21 24/9/2016 |
|
Li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Elbakê çalakiya bi roket pêk hat.
|
09:14 24/9/2016 |
|
Hevşaredarên Qulpê Neşegul Can û Mehmet Gultekîn diyar kirin ku ew ê biryarê nasnekin û bang berxwedan topyekûn kirin.
|
09:13 24/9/2016 |
|
Qeyûmê bi navê Bîlal Ozkan ku ji şaredariya Sûrê re hatiye tayînkirin ji ber ku ji çayvanê şaredariyê ditirse serî li rêbazek sosret da. Qeyûm ligel ku çayvanê şaredariyê heye jî çayvanek din anî şaredariyê.
|
09:12 24/9/2016 |
|
Dibistana Xalxalok ya ku par ji bo zarokên Amedê hat vekirin, di beşa pêşdibistanan de, bi zimanê kurdî û dimilkî dest bi perwerdehiya serdema nû kir. Zarokên ku li vir perwerdehiyê dibînin xwe ji bo pêşerojê bi fêrbûn û naskirina zayendiya civakî, ekolojî û çanda kurdî amade dikin.
|
09:10 24/9/2016 |
|
Wênekêş Nursen Bîlgîn Kadayifçioglu bi xebata xwe ya bi navê "Lêgerîn" jiyana Dayika Şemiyê Hamin Tosun ku ev 600 hefte ye bêrawestan li aqûbeta hevjînê xwe Fehmî Tosun digere vegot.
|
09:08 24/9/2016 |
|
Li wargeha AFAD'ê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Fehîme Şêxmustafa destpêkê bi malbata xwe re rastî şideta rayedarên wargehê hatin û piştra ji wargehê hatin avêtin.
|
09:07 24/9/2016 |
|
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, derdora avahiya şaredariyê bi bariyeran û maşîneyên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin. Dorpêçkirina şaredariyê ji çûn û hatina welatiyan re dibe asteng.
|
09:03 24/9/2016 |
|
Karkerê bi navê Suat Akbal ê di fabrîkaya Kurşunê de dixebite ji ber li fabrîkayê karê rijandina zirincê kiriye bijehrî bû. Akbal, ji ber bijehrîbûnê lingên wî hêza xwe winda dikin ji aliyê xwediye kar ve bi gotina "Bi salan e em li te mêze dikin, biçe ger te îspat kir tu dê bê û mafê xwe bigirî" ji kar hat derxistin.
|
22:12 23/9/2016 |
|
Li Edeneyê gel derketin kolanan û bi çalakiya dengderxistinê tecrîd û tayînkirina qeyûman protesto kirin.
|